Ev çawa hevkarîyek stratejîk e ku serxwebûna hevkarê xwe naxwaze

Amerîka di her halûkarê de Kurdan û Kurdistanê wek şirîk û hevkarê xwe yê stratejîk û girîng tîne zimên. Lê çi hikmet be ji bo ku Kurd azad û Kurdistan jî serbixwe nebe, çi ji destê wê tê dike. Xiyaneta Kerkûkê, bêdengîya Amerîka ya li hember xiyaneta Kerkûkê û êrîşên ser Efrînê, eşkere dike ku Amerîka ne li gel serxwebûna Kurdistanê ye û tenê dixwaze Kurd di nav sînorên dagîrkerên xwe de bi hinek mafên piçûk bi azadî bijîn.  Jiyana di nav sînorên dewletên dagîrker de jî encamên wê xuya ne, rewşa Iraqê û helwesta Ebadî ya li hember Kurdên Başûr li ber çav e. Ji xwe em behsa Bakur, Rojhilat û Rojava jî nakin. Azadîya rasteqîn bi serxwebûna Kurdistanê ve girêdayî ye û xuyaye Amerîka, Rûsya û Hêzên Navnetewî jî îro ne amade ne vê yekê qebûl bikin.

Ji Navenda Rêvebirina Leşkirî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Joseph Votel, carek din dubare kir ku Kurd hevkarên Amerîka yên stratejîk in.

Votel, li CENTCOMê civînek li dar xist û bersiva pirsên rojnamevanan da. Votel, carek din li pêşberî paçemenîyê Amerîka û Herêma Kurdistanê wek “Hevkarên Stratejîk“ bi nav kir û anî zimên ku divê pirsgirêkên di navbera Kurdistan û Iraqê de bi dan û stendin û bi rêyên aştîyane çareser bibin û got: “Divê pirsgirêkên di navbera herdu alîyan de bandora xwe li ewlekarîya Iraqê nekin “.

Votel, di derbarê Efrînê de jî anî zimên ku tu têkilîya wan bi YPG re tuneye û got: Êrîşên Tirkîyê yên li ser Efrînê bandorek neyînî li ser tekoşîna li dijî ÎŞÎDê dike“.

Di gotinên Votel de dîsa dixuye ku Amerîka naxwaze ewlekarîya Iraqê xirab bibe û Kurdistan serbixwe bibe. Serxwebûna Kurdistanê û cudabûna Kurdan bixwaze nexwaze wê bandorek mezin li Iraqê û ewlekarîya Iraqê bike, çunkî têkçûna ewlekarîya Iraqê ji Amerîkayê re tê wateya bihêzbûn û xurtbûna Îran û Rûsyayê  û ji ber vê yekê jî Amerîka halîhazir dixwaze hefsarê Kurdan di destên Bexdayê de be.

Z.B


Ev nivîs 210788 car hatiye xwendin.