Ewag: PKK naxwaze PYD û ENKS nêzîkî hev bibin

Peyama Kurd / Ji roja roj de helwesta PKK ya li dijî Kurd û Kurdistanê kifş û eşkere ye. Partîya ku dijminatîya Kurdistan û netew/dewletbûna Kurdan bike, helbet wê yekîtî û tifaqa Kurdan jî nexwaze.

Emîd Husamedîn Ewag, ku berê di nav hêzên HSD de bû û piştre ji Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) cuda bû, dest bi eşkerekirina sir û gîzemên HSD û PKK kir. Emîd Husamedîn Ewag, ku berî niha jî ji çapemenîyê re anîbû zimên ku tu erk û qudreta HSD tuneye û biryar tev ji Qendîlê ji wan re tên,  îcar jî behsa PKK û tifaqa hêzên Rojavayê Kurdistanê kir.

Ewag, beşdarî programa Heftename ya internetê bû û got: “ Amerîka xwest em biçin Başûrê Kurdistanê û hewl bidin da ku PYD û partîyên din yên Kurdên Sûrîyê bibin yek. Lê PKK nexwest partîyên Kurdên Rojava bibin yek “.

Wek tê zanîn, PYD û asayîşa pêve girêdayî li Rojava rê û meferê nadin partîyên derveyî xwe, bi taybet jî partîyên ku di bin sîwana ENKS de ne. Bi her awayî rê li ber xebata wan digrin, ofîsên wan digrin, endam û rêvebirên wan direvînin û dixin zindanan. Ev kiryarên PYD jî dide xuyakirin ku PYD van kiryaran ne bi serê xwe dike û wek Emîd Ewag dibêje, biryar tev li Qendîlê tên girtin û ji Qendîlê tên.


Ev nivîs 210792 car hatiye xwendin.