Fûzeyên Trump hene, lê stratejîya wî tuneye

Xuyaye herkes ji helwest û bêstratejîbûna Serokê Amerîkayê Trump gazindar e. Her çiqasî Donald Trump Sûrîye bi operasyonên leşkirî tehdît kir jî, di pratîkê de bê helwest û bê stratejî ye. Û ev yek jî di çapemenîyê de dibe mijara henekpêkirinê.

Çapemenîya Alman di derbarê Trump û zirtên Trump de nivîsîn û ew rexne kirin.  Rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung, di nivîsek xwe de rexne li bêserûberîya Trump kir û anî zimên ku Trump nizane çi dibêje, li ber devê xwe nanere û bêserûberîya wî kare encamên nebaş derxe holê.

Frankfurter Allgemeine Zeitung, dibêje: “Mirov difikire, gelo qet hişmendî bi wî re tuneye, gelo wê sînorek ji kiryarên wî yên bêkontrol re tunebin? Zirtên ku Trump li Sûrîye û Rûsyayê dike ne hêjayî meqamekî ku xwe wek serokê dinyayê dibîne. Zimanê ku Trump bi kar tîne ne zimanê kesekî aqlêselîm, serokê çeteyan vî zimanî bi kar tînin“.

Rojnameya Süddeutsche Zeitung, di nirxandina xwe de tîne zimên û dibêje: “ Li alîyekî Rûsya ya ku bê qeyd û şert piştgirîya dîktatorîya Esed dike, li alîyê din Serokê Amerîka ku her roj tiştekî dibêje û kes nizane wê sibê çi bêje û çi nebêje. Fûzeyên (mûçek) Trump hene, lê stratejîya wî tuneye. Kremlîn jî bi salan e heman şêweyî bi kar tîne. Û evê taktîkê Rojava bêzar kiriye“.

Rojnameya Frankfurter Rundschau, bi heman şêweyî Serokê Amerîkayê Trump rexne dike û dibêje: “Serokê Amerîkayê ne xwedîyê planekê ye, ne xwedîyê stratejîyekê û ne jî xwedîyê armancekê ye. Li şûna ku rêya dîplomasîyê bi kar bîne, radibe Rûsyayê bi mûşekên xwe tehdît dike. Trump ê ku têkildarê gelek skandal û sosretan bûye, belkî bi vî awayî  kîn û nefreta di nava xwe de derdixe derve“.

Rojnameya Neue Osnabrücker Zeitung, hem Amerîkayê û hem jî helwesta dewletên Rojava rexne dike û dibêje:“Amerîka û hevkarên wê yên Rojava di derbarê Sûrîyê de stratejîyek hevbeş destnîşan nekirin. Dixwazin vê kêmasîya xwe bi bombardûmanek giran bincil bikin û bêçaretîya xwe raxin ber çav. Belkî cezakirina mirdarêm kîmyewî serkeftinek exlaqî bidest bixe. Lê mirov naxwaze bifikire bê wê encam çi felaketan bi xwe re bîne“.

Z.B


Ev nivîs 210780 car hatiye xwendin.