Firat: Pirsgirêk tenê Kurdbûn e!

Hilbijartinên ji bo serokkomarî û wekîltîya parlamentoya Tirkîyê nêzîk bû û herkes dîtin û helwesta xwe eşkere dike.

Wekîlê HDP Dengîr Mîr Mehmet Firat, ku yek ji damezrênerê partîya AKP bû, di derbarê helwesta partîyên Tirkîyê û dijberîya wan ya li dijî HDP dîtinên xwe ji çapemenîyê re anî zimên.

Firat, anî zimên û got: Derdê desthilatdarîya Tirkîyê, ne Kurd in. Kurd çi dikin yan çi dixwazin  ji wan re ne xem e. Berê, ji PKKê re digotin bêol û bêîman in, goştê berêz dixwin. Lê belê piştî referandûma Kurdistanê, gotinên ku ji bo birêz Mesûd Barzanî hatin bikaranîn, rastiya wan derdixe holê. Pirsgirêka Tirkîyê ya bi Kurdan re ne çepgirî û rastgirî ye. Tenê Kurdbûn e. Ji bo wan tenê Kurd pirsgirêk in “.

Firat, anî zimên ku hemi hesabê desthilatdarîya Tirkîyê û partîyên din li ser HDP ye ku HDP bendê derbas neke û hemi wekîlên HDP ji AKP re biçin.

Z.B


Ev nivîs 210778 car hatiye xwendin.