Gelo Amerîkayê peymana 10 salan bi HSD re çêkir?
Rewşa Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê aloz û tevlihev e. Her çiqasî Amerîka û hêzên hevpeyman halîhazir alîkarîyê bi Hêzên Sûrîyeya Demokratîk re dikin jî, gotubêjên ku wê Amerîka ji Sûrîyê derkeve berdewam dikin. Her çiqasî Amerîka tîne zimên ku heta ÎŞÎD hebe ewê ji Sûrîyê venekişin jî, berjewendîyên navdewletî di serê mirovan de pirsan çêdikin û di siyaseta Rojhilata Navîn de kes nizane serê Kurdan li ser çi kevirî ye.
Van demên nêzîk tê gotin ku wê Amerîka 22 baregehên leşkirî yên li Rojavayê Kurdistanê û pênc hezar leşkirên xwe ji Sûrîyê vekişînin û alîkarîya li ser HSD qut bikin. Ev nûçe di çapemenîya Amerîkayê de bû sedema nîqaşan û pirsên mezin di serê awira gelemperî de çêkirin. Her çiqasî rastîya vê yekê ne zelal be jî, lê rayedarên PYD destnîşan dikin ku Amerîka alîkarîya bi HSD re didomîne.
Di vê derbarê de rêveberê PYD Ewwas Elî, da zanîn ku Amerîkayê bi Hêzên Sûrîyeya Demokratîk re peymana 10 salan çêkiriye ku hêzên xwe ji Sûrîyê venekişîne.
Li gor ku rêvebirê PYD Ewwas Elî ji Sputnîkê re gotiye, halîhazir tu nêta Amerîkarê tuneye xwe ji Sûrîyê vekişîne û vekişîna ji Sûrîyê ne di berjewendîya Amerîkayê de ye.
Wek tê zanîn, herî dawîn Amerîkayê dîsa alîkarîya çekên giran bi HSD re kiribû û ev yek di medyayê de jî eşkere bûbû. Heke gotinên rayedarê PYD Ewwas Elî rast bin û Amerîkayê peymana 10 salan bi HSD re çêkiribe, wê Amerîka 10 salên din jî li Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê bimîne. Ev yek jî bêguman wê li xêra Kurdan û destkevtîyên wan be.
Z.B
Ev nivîs 210778 car hatiye xwendin.