Gelo şerê Îran û Îsraîlê nêzîk e?
Xurtbûna Îranê ya li Iraq, Sûrîye, Lubnan û Filistînê şik û gumanên destpêkirina şerê Îran û Îsraîlê dixe serê pispor û dezgehên siyasî. Îran bi vê xurtbûn û desttêwerdanên xwe dixwaze cîh li Îsraîlê teng bike û bêhna wê biçikîne. Lê helbet Îsraîl dest û lingên xwe girê nade û di her wesîleyê de behsa tunekirina Îranê dike.
Di vê derbarê de kovara The National Interest a Amerîkî behsa pêşeroja Îran û Îsraîlê kir û anî zimên ku di 2019an de dibe ku şerê Îran û Îsraîlê dest pê bike.
Gotara ku ji alî Raymond Tanter û Ivan Sasha Shihan ve di The National Interest de hatiye nivîsandin, destnîşan dike ku şerê Îran û Îsraîlê ne dûr e û bi xistina balafira F-16 a Îsraîlê şerê herdu alîyan dest pê kiriye jî.
Herdu nivîskarên The National Interest, balê dikşînin ser gef û zirtên rayedarên herdu welatan û dibêjin: “Heke Tehran zêdetir desttêwerdanan di Sûrîyê de bike, wê ev yek bibe sedema şerê pêşeroja Îran û Îsraîlê“.
Li gor dîtina herdu pisporan, di derketina şerê Îran û Îsraîlê de dibe ku grûp û milîsên Şîe yên Iraqê jî li kêleka Îranê beşdarî vî şerî bibin, û heke hat û şer dest pê kir, divê Amerîka dest bi sewqîyata çekan bike û alîkarîya Îsraîlê bike.
Z.B
Ev nivîs 210790 car hatiye xwendin.