Gelo wê Îran derbasî sîstema eyaletan bibe?
Peyama Kurd / Bohrana aborî li Îranê serî hildaye û xelkên Îranê nerazîbûna xwe nîşan didin. Bohrana aborî dibe sedema raperîn û serhildanan û ev jî serê desthilatdarîya Tehranê dêşîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîqaş tên kirin û yek ji wan nîqaşan jî sîstema eyaletan e.
Alîkarê Serokê Parlamentoya Îranê Mesud Pizişkiyan, di vê derbarê de dîtin û pêşniyazên xwe anîn zimên û piştgirî da sîstema eyaletan.
Mesud Pizişkiyan, li bajarê Tebrîzê anî zimên ku ji ber bohrana aborî divê Rewşa Awarte bê lidarxistin û got: “Heke em şert û rewşa ku em tê de ne li ber çav bigrin, ji bo em karibin rewşa aborî ya ku bûye wek pençeşêrê birêve bibin, divê Rewşa Awarte bê lidarxistin. Divê bi vî awayî li hember gendelîyê tekoşîn bê dan“.
Pizişkiyan, di derbarê sîstema eyaletan de jî axivî û got: “Sîstema eyaletan a ku di dema destpêka îslamê û niha di cîhana medenî de tê bikaranîn, divê li Îranê jî têkeve jiyanê. Birêvebirina ssîstema eyalet û bajaran modêlek îslamî ye. Divê em ji sîstema eyaletan sûdê wergirin “.
Sîstema eyaletan a ku Pizişkiyan behsa wê dike piştî 1979an jî hatibû rojevê. Ev sîstem wek “Federalîzma Aborî“ tê “ binavkirin. Ango, wê her eyalet aborîya xwe bi rêve bibe û çareser bike. Lê ji ber tirsa ku Kurd, Azerî û Ereb doza federalîzmê bikin, rayedarên îranê ditirsin ku sîstema eyaletan têxin jiyanê.
Ev nivîs 210775 car hatiye xwendin.