Gelo wê kêfa AKP û MHP li wan bibe grî?

Ji bo ku partîya AKP (Erdogan) û MHP (Bahçelî) desthilatdarî û hevkarîya xwe biparêzin û têk neçin, zagonek taybet derxistin û xwestin wek “yek lîste“ têkevin hilbijartinê da ku deng û rayên hilbijêrên AKP û MHP parçe nebin û herdu partî wek yek partî biserkevin. Erdogan û Bahçelî zanîbûn ku CHP, HADEP û partîyên din li hev nakin û nikarin wek yek lîste têkevin hilbijartinê. Yeklîstebûna AKP û MHP ji bo herdu partîyan derfetek mezin û nîşana serketin û qezenckirina wan bû. Lê xuyaye hesabê ku herdu partîyan li malê dikirin, li sûkê li hev dernakevin.

Ji xw sedema ku Erdogan û Bahçelî biryara hilbijartina serokkomarî û wekîltîyê girtin jî ev yek bû. Wan dixwest partîyên dijberên xwe di cîhekî teng de bigrin û fersenda bihêzbûn yan jî tifaqê nedin wan. Lê xuyaye hesabê malê û sûkê li hev derneket. Piştî ku partîya CHP 15 wekîlên xwe wek emanet dan Partîya Baş a Meral Akşener (nîjadperestên ku ji MHP veqetiyabûn) û Partîya Baş di meclîsa Tirkîyê de bû xwedî nûner, mafê beşdarîya hilbijartinê jê re çêbû û evê yekê xewn li Erdogan û Bahçelî herimand, û hetta navbera wan jî xirab kir.

Li gor lêkolîn û lêpirsîna şîrketa PÎARê, plana ku CHP û Partîya Baş pêk anî, hesabê Erdogan û Bahçelî têk bir û herdu partî (AKP û MHP) wê di hilbijartinê de nebin partîya yekemîn û wê di meclîsê de piranîyê bidest nexin.

Li gor lêkolîn û lêpirsîna şîrketa PÎAR, wê AKP ji % 36-37 û MHP jî ji % 7-8 pûanan bidestxin û di encamê de dike ji % 43-45

Z.B


Ev nivîs 210785 car hatiye xwendin.