Gentîloniî û Mattarella polîtîka Enqerê rexne kirin
Serokê Tirkîyê Erdogan serdana Îtalyayê kir û bi Serokwezîr Gentîlonî û Papa Francesco kir. Her çiqasî di hevdîtinan de dest hatin guvaştin jî, lê di navbera Erdogan û rayedarên Îtalyayê de germahîyek nehat xuyakirin.
Çapemenîya Îtalî li ser serdana Erdogan pir sekinî û nivîsand. Li gor çapemenîya Îtalî, hevdîtina Erdogan û rayedarên Îtalyayê sar derbas bûye û tu germahîyek nedaye.
Li gor çapemenîya Îtalî dinivîse, rayedarên Îtalyayê bi taybet doza mafê mirovan û heq û hiqûqê li Erdogan kirine û bal kişandine ser Kurdan.
Rojnameya Aborî Sole 24 Ore, di sernivîsa xwe de manşêta “Gentîlonî: "Ji dîalogê re erê, lê divê Enqere rêzê ji mafê mirovan re bigre” bi kar anî”.
Rojnameya Corriere della Sera, di rûpela yekem de ”Dest hatin guvaştin, lê tu germahîyek tunebû” nivîsand.
Rojnameya La Stampa, di manşêta xwe de sernivîsa ”Di mijara mafê mirovan de bayekî sar di navbera Îtalya û Erdogan de rabû” bi kar anî.
Li gor çapemenîya îtalî, Serokkomarê Îtalyayê Sergîo Mattarella û Serokwezîr Paolo Gentîlonî rexne li polîtîka Enqerê ya li hember Kurdan kirine û doza mafê mirovan li Erdogan kirine
Z.B
Ev nivîs 210802 car hatiye xwendin.