Guterres: Ji bo Efrînê ezê bang li Konseya Ewlekarîyê bikim
Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Milletan Antonîo Guterres jî ket nav karwanê xembarên Efrînê û helwesta xwe danî.
Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Milletan Antonîo Guterres, bi daxuyanîyek nivîskî da zanîn ku ew ji êrîşên ser Efrînê û kujtina kesên sivîl bi endîşe û xembar e û got: “Kiryarên ku li Efrînê dibin min pir xembar dike. Ji bo rawestandina şer û pevçûnan ezê bang li Konseya Ewlekarîya Yekîtîya Milletan bikim da ku gavên berbiçav bavêje“.
Antonîo Guterres, anî zimên ku rewşa koçber û mirovên li Efrîn û Gûtaya Rojhilatê wî pir xembar dike û got: “Divê hemi alî rêzê ji mafê mirovan û heq û hihûqê navnetewî re bigrin û kevên sivîl biparêzin. Ez bang li Yekîtîya Milletan û hevkarên wê dikim ku bi her awayî alîkarîyê bikin û gavên erênî û berbiçav bavêjin“.
Z.B
Ev nivîs 210781 car hatiye xwendin.