Ha HDP, ha Partîya Pêşeroja Sûrîyê (PPŞ)

Li Rojavayê Kurdistanê partîyek bi navê Partîşa Pêşeroja Sûrîyê (PPŞ) hat damezirandin. Her çiqasî nûnerên hinek kêmmilletan di kongreya wê de beşdar bûbin jî, lê piranîya nûneran dîsa Kurd bûn û xuyaye wek gelek partîyên ku serî Tirk, Ereb û Faris, lê wê bingeha wê dîsa Kurd bin û wê barê herî giran dîsa li ser milê Kurdên reben be.  

Gelo PKK û PYD bi serê xwe biryara damezirandina vê partîyê dane, yan bi zixt û daxwaza Amerîka û Fransayê ev partî hat damezirandin hê tam ne zelal be jî, lê dixuye ku proje projeya Amerîka û Fransayê ye. Gelo bi damezirandina vê partîya ku yekpare û yekrêzîya sînorên Sûrîyê di bernameya xwe de wek xetek sor kifş kiriye, çi tê xwestin û wê çi bê xwestin kêm zêde tê famkirin jî, dîsa jî ne tam zelal e. Lê di her halûkarê de ev partî jî wek partîya ku bi destûr û daxwaza dewleta Tirk ava bûye, ango wek HDP sînorparêz e û li dijî parçebûna Sûrîyê û damezirandina Kurdistanek serbixwe ye.

PPŞ a ku hestîyên pişta wê ji movikên YPG pêk tên, her çiqasî peyamên nerm û germ dan awira gelemperî jî, lê ji ber ku wê serê hefsêr dîsa di destê PYD û YPG de be, ji bo hevkarîya PYD û ENKS yan jî partîyên ku ne bi PYD re ne wê tu guhertinek berbiçav neyne. Her çiqasî serokê PPŞ yekî Ereb (Îbrahîm Qeftan) û sekretera wê yeke Kurd (Hevrîn Xelet) hatibin hilbijartin jî, ji beşdarên kongreyê dixuye ku giranî dîsa ji PYD pêk tê û heke PYD guh nede şîretên Amerîka û Fransayê, wê dîsa li dahola PKK de û siyaseta wê bimeşîne.

PKK di qada navnetewî de wek rêxistinek terorîst tê naskirin û qebûlkirin. Her çiqasî PYD parçeyek ji tevger û siyaseta PKK be jî, lê ji alî Amerîka û hêzên hevpeyman ve wek partîyek terorîst nehat qebûlkirin û herdu alî li hember ÎŞÎDê bûn hevkarên hev. Lê tevger û siyaseta PYD a ku di her wesîleyê de piştygirîya PKK û Ocalan dikir, darbe li hevkarîya wan û Amerîkayê dixist û rê ji êrîşên Tirkîyê re vedikir. Ev jî ji Amerîkayê re serêşandin û pirsgirêkek bi serê xwe bû.

Piştî ku Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (yanî YPG) hêza xwe ji Rojhilatê Feratê kişand û şand hawara Efrînê, tifaqa di navbera Amerîka û YPG (PYD) de ket pêvajoyek nebaş û nîfaq ket navbera herdu alîyan. Ev yek jî bi kêrî dewleta Tirkîyê hat ku êrîşên li ser Efrînê zêdetir bike, Efrînê bistîne û doza Minbic û deverên din jî bike. Daxuyanîya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku got „emê di demek nêzîk de xwe ji Sûrîyê vekişînin“  dilê rayedarên Tirkîyê xweştir kir û Tirk ketin xewn û xeyalên ku Amerîka xwe ji Sûrîyê vekişîne û ew jî karibin bi hêsanî berê xwe bidin seranserê Rojavayê Kurdistanê û wek Efrînê dagîr bikin. Wek dibêjin, siyaset û polîtîka Rojhilata Navîn kêlî bi kêlî tê guhertin û gotinên ku îro hatine gotin, adinî rojê dibe tiştek din. Amerîka ya ku piştgirî da û dide Partîya Pêşeroja Sûrîyê (PPŞ) zêdekirina hêza xwe ya li Minbicê, eşkere kir ku gotinên Trump ne rast in û ewê ji Sûrîyê venekişin.

Serdana heyeta PYD a Fransayê û daxuyanîya Serokkomarê Fransayê Macron, darbeyek wek darbeya 15ê Tîrmehê li xewn û xeyalên rayedarên Tirkîyê xist. Tirkîyeya ku bi gotinên Trump dilxweş bûbû û li benda vekişîna Amerîkayê bû, bi gotinên Macron di xewn û xeyalên xwe de fetisî û dest bi êrîşkirina ser Macron kir. Macron piştgirî dabû Kurdên Rojava û gotibû ku ewê Kurdan bi tenê nehêlin û leşkirên xwe jî bişînin Rojavayê Kurdistanê.

Partîya Pêşeroja Sûrîyê (PPŞ) di bernameya xwe de eşkere dike ku ew jî wek HDP a Tirkîyê sînorparêzê xaka Sûrîyê ye û partîyek ji partîyên sîstema Sûrîyê ye. PPŞ, di bernameya xwe de her çiqasî demokrasî, mafê mirovan û pêkanîna reforman ji bo kêmmilletên Sûrîyê dixwaze jî, lê di paraztina sînorên Sûrîyê de wek rejîma Esed difikire. Her çiqasî di bernameya xwe de li dij şovenîzmê û cudaxwazîyê derdikeve jî, lê di rastîya xwe de bi paraztina sînorên Sûrîyê şovenîzmê û cudaxwazîya Erebî dike û sergirtî dijminatîya Kurd û Kurdistanê dike.

PPŞ, di xalek destûr û bernameya xwe de dibêje: “PPŞ, ji bo berjewendîya gelên Sûrîyê û paraztina yekîtîya xaka Sûrîyê hatiye avakirin. Divê yekîtîya Sûrîyê bê paraztin û temamê projeyên cudaxwazîyê bên redkirin“.

Di destûr, bername û daxwazên PPŞ de dixuye ku ev partî jî wek HDP ne partîyek Kurdî û Kurdistanî ye, partîyek rejîm û sîstema Sûrîyê ye û ji berjewendîyên Kurdan zêdetir xwedî li berjewendî û sînorên dagîrkerên Kurdistanê derdikeve.

Z.B


Ev nivîs 210814 car hatiye xwendin.