HDP çima Demîrtaş kir namzet?
Peyama Kurd / Hilbijartinên serokkomarî û wekîltîya parlamentoya Tirkîyê di 24ê Hezîrana îsal de tê çêkirin. Ji bo serokkomarîyê hema bêjin her partîyê namzetê partîya xwe destnîşan kir û namzetek hevbeş nedan pêş. Dernexistina namzetek hevbeş helbet wê bi kêrî Erdogan û desthilatdarîya wî bê. Heke CHP, HDP, Saadet û partîyên din li ser namzetek hevbeş li hev kiribûna, wê zixtek mezin li Erdogan bihata kirin û wê hilbijartina wî biketa xeterîyê. Lê partîyên mixalifên Erdogan wek her car tenê li berjewendîyên xwe û partîyên xwe fikirîn û meydan ji Erdogan re hiştin.
HDP jî wek mixalifên din kevneserokê xwe Selahattîn Demîrtaş wek namzetê serokkomarîyê destnîşan kirin. Lê cudabûna HDP û partîyên din ev e ku serwerî Tirk û xelkên din in, û bingeh jî Kurd in. Ango, ne ji deng û rayê Kurdan be HDP ne tiştek e û serwerên HDP nikarin bêyî Kurdan di meclîsa Tirkîyê de cîh bistînin.
Di vê derbarê de wekîlê HDP Garo Paylan ê Ermenî anî zimên ku hedefa wan derxistina 100 wekîlan e û ji çapemnîyê re got: “Heke berî hilbijartinê em nikaribin hevkarîyekê pêk bînin (ji bo partîya CHP dibêje), wê di parlamentoyê de jî nebe. Ev jî wê bi kêrî Erdogan bê. Bi namzetîya Demîrtaş re wê HDP serhildanek mezin bike“.
Garo Paylan, rastîya Demîrtaş û Kurdan tîne zimên. Lê rastîya herî berbiçav serwerê şîrketa lêkolînê (PÎAR) Kadîr Atalay anîye zimên.
Li gor Serwerê PÎARê Kadîr Atalay, di lêpirsîna herî dawîn de dixuye ku ji bo namzetîya Demîrtaş wê Kurd HDP derbasî bendava hilbijartinê bikin û ji bo xatirê Demîrtaş wê piranîya Kurdan biçin ser sindoqan.
Atalay dibêje: “Û hetta bi xêra Kurdan wê HDP dengekî pir zêde jî bistîne. 8-10 milyon hilbijêrên Kurd hene. Bi xêra wan wê hilbijartina serokkomar bimîne gera duyem û wê li dijî Erdogan Kurd dengên xwe bidin namzetên mixalif “.
Di vê derbarê de Zanyarê Siyasetê Prof. Baskin Oran jî wek Kadîr Atalay difikire û dibêje: “Namzetîya Demîrtaş wê dengên HDP bigihîne astek bilind. Di her halûkarê de wê dengên HDP zêdeyî %10 be. HDP wê dengê Kurdên mihafazakar jî bistîne ji ber ku Erdogan li Rojava û li her derê dest bi dijminatîya Kurdan kir. Wê polîtîkayên AKP ji alî Kurdan ve bê cezakirin. CHP xeletîyek pir mezin dike ku HDP ji hevdîtinên tifaq û hevkarîyê dûr dixe. Divê neyê ji bîr kirin, ji derveyî Erdogan tukes nikare bêyî ku dengê Kurdan bistîne bibe desthilatdar“.
Wek ku Atalay û Oran jî tînin zimên, HDP aqilane fikirîye. Heke HDP Demîrtaş nekiriba namzetê serokkomarîyê, wê nikarîba ji Kurdan dengan bistîne û têkeve parlamentoyê.
Bi kurt û Kurmancî; Selahattîn Demîrtaş û Kurd ji HDP û serwerên wê yên Tirk û xelkên din re mifteya wekîltîya meclîsa Tirkîyê ne.
Wek dibêjin, hinek dikin û hinek jî dixwin.
Kurd dikin û xelkên din jî li ser pişta Kurdan dixwin wesselam..
Z.B
Ev nivîs 210783 car hatiye xwendin.