HDP dest bi serdanên xwe kir
HDP a ku piranîya rêvebirên wê yên Kurd di zindanan de ne û serkêşîya wê ketiye destên çepên Kemalîst ên Tirk, ji bo ku dîsa deng û rayên Kurdan bistîne û têkeve parlamentoya Tirkîyê, dest bi ger û lêgerînên xwe kir.
Ji herkesî ve aşîkar e, berî hilbijartinan heman tas û heman himam, ango heman siyaset û taktîkên siyasetê ji alî HDP ve tên bikaranîn. Berî hilbijartinan serdana rêxistin, dezgeh û partîyên Kurd û Kurdistanî tê kirin, axavtinên xweş û behsa yekîyî û tifaqa Kurdan tê kirin, lê piştî hilbijartinê jî herkes li mala xwe dimîne, tifaq û yekîtîya Kurdan tê bincil kirin û tifaq û yekîtîya bi Tirkan û xelkan re tê ajotin. Yanî, Kurd barkêş û himal in, Tirk û xelkên din jî li ser ser û pişta Kurdan diçêrin û dibin xwedî kursî, xwedî pare, xwedî nav û serok û rêber.
Hevseroka nû ya HDP Perwîn Buldan, ku bi xwe Ereb e, piştî ku bû hevseroka HDP behsa tifaq û yekîtîya hêz û partîyên Kurdan kiribû û gotibû ku ewê dest bi serdana wan partîyan bikin da ku ji bo hilbijartinê destên xwe bidin hev. Heke bê bîra we, hevserokên berê jî heman siyaset meşandibûn û berî hilbijartinê serdana dezgeh û partîyên Kurd kiribûn.
Perwîn Buldan, soza xwe anî cîh û dest bi ger û serdana xwe kir. Serdana xwe ya yekem bi PSK, Hereketa Azadî û komela DDKD dest pê kir.
Buldan û rêvebirên dezgeh û partîyên ku serdana wan kiribûn, behsa girîngîya tifaq û yekîtîya Kurdan kirin û anîn zimê ku divê têkilî, hevdîtin û dîaloga di navbera dem û dezgehên Kurd de bidomin û divê tu dîtin û fikrên cuda ji bo tifaqa Kurdan nebin asteng.
Halîhazir kes nizane ka wê di navbera HDP û partîyên din yên Kurd de tifaq yan jî enîyek çêbibe yan na. Yan jî ewê li ser çi bingehî li hev bikin, wê çi soz û peymanan bidin hev, kes nizane. Lê şerê xendekan , kujtina zêdeyî 8 hezar keç û xortên Kurd, wêrankirin û herifandina 13 hezar û 600 mal û xanîyên Kurd, êrîşên ser Serok Barzanî û gelek gunehên din wek toqa naletê di stuyê HDP û rêvebirên HDP de ye. Û HDP heta îro jî ji ber wê siyaseta xwe ya şaş rexne li xwe negirtiye û poşman nebûye. Poşman nebûye û nikare bibe, ji ber ku siyaseta xendekan ne tenê siyaseta HDP bû, lê ya dewletê û PKK bû jî.
Îcar pirsa girîng ev e:
Gelo wê ew dem û dezgeh, komel, rêxistin û partîyên ku HDP behsa tifaq û hevkarîyê ji wan re dike û serdana wan dike, ew partîyên ku xwe Kurdistanî dizanin, wê doza lêborîn û rexnelixwegirtinê li HDP bikin?
Yan ji bo kursîyek parlamentoyê bidestxin wê kum û şaşika HDP deynin ser serê xwe?
Z.B
Ev nivîs 210804 car hatiye xwendin.