Hemwelatîyên Tirkîyê direvin

Piştî darbeya 15ê Tîrmeha 2016an (a ku xwedêgiravî li dijî Erdogan hatibû çêkirin), zêdeyî hezar dîplomat û karmendên dewleta Tirkîyê reviyane û ji dewleta Alman mafê penaberîyê xwestine.

Piştî darbeya 15ê Tîrmeha 2016an, li Tirkîyê girtin, ji kar dûrxistin, êşkencekirin û binpêkirina mafên mirovan her ku çû zêdetir bûn û nêzîkî 100 hezar karmendên dewletê ji kar hatin dûrxistin. Di nav wan karmendan de dîplomatên payebilind, endamên artêş û dadwerîyê jî hene.

Li gor gahîyên Daîreya Koçber û Penaberên Almanyayê, piştî darbeya 15ê Tîrmeha 2016an, zêdeyî hezar dîplomat û karmendên dewleta Tirk tevî malbatên xwe serî li penaberîyê dane û ji Almanyayê mafê penaberî û lêmanê xwestine.

Li gor daxuyanîya Daîreya Koçber û Penaberan a Federal (BAMF) ku navenda wê li bajarê Nurnbergê ye, heta 7ê Adara 2018an 288 kesên ku xwedîyê pasaportên dîplomatan e û 771 kesên ku xwedîyê pasaportên kesk in (memûr û karmendên dewletê) serî li mafê penaberîyê dane.

Dîsa li gor daxuyanîya BAMFê, di herdê mehên pêşîn yên 208an de hezar û 400 hemwelatîyên Tirkîyê ji Tirkîyê revîyane û serî li penaberîyê dane. Di 2017an de hejmara serlêderan nêzîkî 8 hezar û 500 kesî bû.

BAMF daye zanîn ku ji %42 serlêdarên penaberîyê hatine qebûlkirin û di vê derbarê de lêpirsîn û lêkolîn berdewam in,

Z.B


Ev nivîs 210787 car hatiye xwendin.