HSD: 862 leşkirên Tirk û endamên AAS hatine kujtin
Medya Tirk kujtinên endamên Hêza Sûrîyeya Demokratîk li gor dilê xwe zêde nîşan dide, lê kujtine leşkirên artêşa Tirkîyê pir kêm nîşan dide. Hêzên Sûrîyeya Demokratîk herî dawîn bîlançoya şerê 24 rojan eşkere kir.
HSD, di daxuyanîya xwe de encama şerê 24 rojan eşkere kir. Li gor daxuyanîya HSD, ji leşkirên artêşa Tirkîyê û Artêşa Azad û Sûrîyê (ÖSO) 862 kes hatine kujtin. Di şer de ji HSD 98 şervan hatine kujtin û di bombebarandina balafir û tanqên Tirk de jî 180 sivîl katine kujtin û 413 jî brîndar bûne.
Di daxuyanîya HSD de herweha tê gotin ku 2 helîkopterên Tirkîyê hatine xistin û 51 tanq û trimbêlên bi zirx hatine tunekirin.
Heke tiştên ku di daxuyanîya HSD de tên gotin rast bin, dixuye ku artêşa Tirkîyê û hevkarê wê ÖSO di şerê 24 rojan de darbeyek mezin xwarine.
Z.B
Ev nivîs 210825 car hatiye xwendin.