HSD hêzên xwe dişîne Efrînê

Dewleta Tirk hem hewayî hem jî bejayî bê rawestan li Efrînê êrîşî hêzên YPG û Kurdên sivîl dike. Bêdengî û bêhelwestîya awira gelempererî, hêzên navnetewî û Amerîkayê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) mecbûr dihêle ku hêzên xwe ji rojhilatê Feratê bikşînin Efrînê da ku alîkarîya YPG û xelkê sivîl bikin.

Di vê derbarê de HSD bi daxuyanîyekê eşkere kir ku ewê li hember êrîşên ser Efrînê bêdeng nemînin û ewê hêzên xwe ji rojhilatê Feratê bikşînin Efrînê.

HSD, sedema vê biryara xwe bêdengî û bêhelwestîya hêz û civaka navnetewî nîşan da.

Li ser navê HSD Umer El-Idlîbî li bajarê Rakkayê daxuyanîyek da û got: “Ji ber bêdengî û bêhelwestîya civaka navnetewî, em wek HSD mecbûr man ku biryarekê bidin. Me di şerê 3 salan de li dijî ÎŞÎDê gelek şehîd dan. Lê em becbûr man hêzên xwe yên li rojhilatê Feratê û bejayîya Dêrazorê paşde bikşînin û wan bişînin Efrînê“.

HSD, eşkere kir ku heke hêz û civaka navnetewî li hember êrîşên dewleta Tirk helwest bigirta û bêdeng nemaya, ewê ev biryar negirtibûna.

Z.B


Ev nivîs 210808 car hatiye xwendin.