Humanitê: Ev tişt çawa nayên dîtin?

Rojnameya Humanitê ya Fransayê, di derbarê êrîşên ser Efrînê û bêdengîya welatên Ewrûpayê de rexnenivîsa edîtorê xwe belav kir.

Edîtorê Humanîtê Jean-Emmanuel Ducoin, bi sernivîsa „We got qetlîama li Efrînê?“ nivîsek belav kir û bal kişand ser êrîş û kujtinên dewleta Tirkîyê.

Jean-Emmanuel Ducoin, bi “Bêdeng bin, Erdoğanê dîktator dikuje“ dest bi nivîsa xwe kiriye û diyar dike ku li Efrînê rewş krîtîk û xeter e, Efrîn hem ji hewayê û hem ji bejahê ve tê bombebaran kirin. Ducoin, bajarê Efrînê wek “bajarê şehîd“ bi nav dike. Di dema êrîşên ser Kobanê de jî medya Fransayê ji bo Kobanê gotina “bajarê şehîd“ bi kar anîbûn û îro jî ji bo Efrînê bi kar tînin.

Humanîtê, bal kişandiye êrîşên li ser sivîlan û dibêje: “Ev qetlîamek plankirî ye. Serokkomarê Tirk û çeteyên DAÎŞ yên paramîlîter li hemberî Kurdan şerekî mezin dikin. Erdoğan di nav xwînê de desthilatdarîya xwe ya herêmî ava dike“.

Humanîtê, nerazîbûna xwe li hember bêdengîya welatên Ewrûpa û bêhelwestîya wan nîşan daye, pesnê Kurdan û şerê wan yê li dijî terorîstên ÎŞÎDê daye, anîye zimên ku ewê têkoşîna Kurdan tucarî neyê jibîrkirin û dibêje: “Erdoğan Kurdan li her derê, li Sûrîye û Efrînê dikuje. Ev tişt çawa nayên dîtin?”

Z.B


Ev nivîs 210793 car hatiye xwendin.