Ignatîus: Pûtîn xiyanet li Kurdan kir
Ignatîus rast gotiye. Heke Rûsya xwe ji Efrînê venekişandiba û rê ji Tirkîyê re venekiriba, dewleta Tirk nikarîbû êrîşî ser Efrînê bikira û wêran bikira.
Hesab, berjewendî û peymanên ku Rûsya û Tirkîye di pişt perdan de bi hev dan qebûlkirin û li ser wan li hev kirin, bûn sedema têkbirina Efrînê û kujtina Kurdên Efrînê.
Helbet di vê yekê de xeletîya YPG jî ev bû ku li Efrînê berê xwe da Rûsyayê û pişta xwe da Amerîkayê. YPG bi vê xeletîya xwe hişt ku Amerîka û Hêzên Navnetewî xwedî li Efrînê dernekevin û YPG bi tenê bihêlin. Rûsya jî ji vê yekê kês dît û xincer li pişya YPG da.
Rojnamevanê Waşîngton Post Davîd Ignatîus, di gotara xwe de behsa rewşa Efrînê kir û anî zimên ku di operasyonên Tirkîyê de gelek sivîl jî tên kujtin.
Ignatîus, tîne zimên ku Rûsya Tirkîyê manîpule dike û dibêje: “Rûsya xwe ji Efrînê vekişand û ji operasyonên Tirkîyê re got erê. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, xiyanet li Kurdan kir“.
Z.B
Ev nivîs 210794 car hatiye xwendin.