Înce: Emê pirsa Kurd çareser bikin
Berî hilbijartinan hema bêjin her partî û her siyasetmedarên ku dixwazin bibin desthilatdar behsa Kurdan û çareserkirina pirsa Kurd dike. Kesên ku bi heman soz û peymanan bi deng û rayên Kurdan dibin desthilatdar, piştre soz û peymanên xwe dadiqurtînin, wan ji bîr dikin û dest bi dijminatîya Kurdan dikin. Li Tirkîyê heta niha siyasetmedarekî ku soz dabe Kurdan û ji bo çareserkirina pirsa Kurd sozên xwe anîbîn cîh, tuneye.
Namzetê Serokkomarîya Tirkîyê yê partîya CHP Muharrem Înce, ji BBC re axivî û behsa partîya AKP, rewşa Tirkîyê û pirsa Kurd kir.
Muharrem Înce, anî zimên ku halîhazir li Tirkîyê hişmendîya siyasetek bêexlaq heye û got: “ Divê serokkomar xwedîyê soz û gotinên xwe be. Siyasetmedarên Tirkîyê li Diyarbekirê cuda diaxivin û diçin Edîrneyê tiştekî din dibêjin. Ez li her derê heman diaxivim. Ez li Edîrneyê jî behsa pirsa Kurd dikin. Pirda Kurd pirsek aborî ye, çandî ye. Ev temam, lê pirsa Kurd pirsek exlaqî ye jî. Mirov tep xapandin, li her cîhî cuda cuda axivîn. Lê ezê wek wan nekim “.
Muharrem Înce, ku bi xwe mamoste ye û gelek caran xwest bibe serokê partîya CHP, di dewama axavtina xwe de anî zimên ku ezê her rastîyan bîne zimên û di derbarê Kurdan de dîsa got: “Ez di gelek tiştan de ne wek partîya xwe fikirî me. Tiştên ku ez pê bawerim dibêjim. Ez van tiştan ne ji bo ku li xweşîya Kurdan biçe, dikim. Siyaset karekî dûrişme û prensîpê ye. Di vê derbarê de ez bi tenê bimînim jî ya rastî çi be divê ez wê bikim. 40 sal in bi Kurdan re şer heye. Emê vê pirsê çaw açareser bikin? Emê vê pirsê bi samîmîyetê çareser bikin. A diduwan, emê vê pirsê li parlamentoyê çareser bikin. A sisêyan, emê vê pirsê bê vir û derew çareser bikin. A çaran, emê vê pirsê bi gavên wêrekî çareser bikin. AKP partîya herî paşverû ya Tirkîyê ye. Divê meriv gavên pêşketî ji partîyek herî paşverû hêvî neke. Tiştên ku di paşerojê de kirin hemû ji bo deng û rayan bû. Kê fermana li Geverê da? Heke ez bibim serokkomar ezê lê bikolim û gumanbaran derxim holê“.
Înce, anî zimên ku ew şoreşgerek ji malbatek mihafazakar e û heke ew bibe serokkomar ewê Tirkîyê dîsa vegerîne sîstema parlamentarîzmê û ewê hemû dem û dezgehên dewletê ji bin bandor û xizmeta malbata Erdogan azad bike.
Z.B
Ev nivîs 210788 car hatiye xwendin.