Jansen: Tu kes bawerîya xwe bi Tirkîyê nayne

Gelo di qada navnetewî de çiqas bawerî bi Tirkîyê tê? Kî bawerîyê bi Tirkîyê tîne û kî nayne? Ev pirsa ku di serê gelek kesan de bê bersiv mabû, ji alî şirovekarê rojnameya The Irîsh Times Mıchael Jansen ve hat bersivandin.

Şirovekarê Rojhilata Navîn yê rojnameya The Irîsh Times Michael Jansen, di şiroveya xwe de bal kişandiye ser pêbawerîya Tirkîyê û hevkarên wê yên navnetewî û tîne zimên ku “êrîş û şowa Tirkîyê ya li ser Efrînê esasen dide xuyakirin ku temamê aktorên qada navnetewî bawerîya xwe bi Tirkîyê naynin û dibêje: “Her çiqasî Tirkîye, Rûsya û Îran rêzê ji yekparîya xaka Sûrîyê re digrin û hewl didin ku bi çareserîyek siyasî dawî li şerê Sûrîyê bînin jî, lê ne Şam, ne Moskowa û ne jî Tehran aminî û bawerîya xwe bi Tirkîyê naynin“.

Jansen xwe spartîye rayedarekî bilind yê Sûrîyê û ji devê wî dibêje: “Tu kes bawerî û aminîya xwe bi Erdogan nayne, lê kes nikare bêyî wî jî bike. Plana Erdogan ew e ku bi rêya hêzên paremilîter û hêzên din di makzagon û di pêşeroja siyaseta Sûrîyê de bibe xwedî gotin“.

Jansen, têne zimên ku Erdogan ji roja roj de piştgirîyê dide Exwan el Mislimîn a Sûrîyê, vê piştgirîya xwe venaşêre û dibêje: “Erdogan di 2011an de bi desthilatdarîya Artêşa Azad a Sûrîyê û Exwan el Mislimîn Konseya Netewî ya Sûrîyê ava kir û pê re girêdayî grûpên tundrew yên biyanî şandin Sûrîyê. Tirkîye ya ku bi van kiryarên xwe negîha meqseda xwe, li Idlîbê koalisyonek cîhadperest ava kir û bêyî ku Rûsya midaxele bike,kantona Efrînê dagîr kir û piranîya Kurdên Efrînê (185 hezar) ji Efrînê dersînor kirin. Erdogan, piştî Efrînê çavê xwe berdaye dagîrkirina Rakka û Dêrezorê jî, bi vî awayî dixwaze xewna xwe ya dewleta Osmanî pêk bîne û li herêmê bibe rikber û berberê Îran û Siûdî Erebistanê“.

Mickael Jansen, di dawîya şiroveya xwe de tîne zimên ku sedemek ji sedemên dagîrkirina Efrînê jî hilbijartinên Tirkîyê ne. Erdogan ji bo ku di hilbijartinan de biserkeve û dîsa bibe serokkomar, dixwaze nefret û dijberîya ku Tirk li hember Amerîka û dewletên rojava nîşan didin ji bo berjewendîya xwe bi kar bîne û netewperestên Tirkîyê bikşîne hêla xwe û dibêje: “Heke Amerîka bi peymanekê Enqerê sînordar neke û ji Sûrîyê derkeve, wê fersendê bide Erdogan ku herêmên di bin desthilatdarîya Kurdan de ye (Rojavayê Kurdistanê) dagîr bike û erda ku piştî şerê yekemîn wenda kiribû paşde bistîne û xewna Osmanîya nû pêk bîne“.

Z.B


Ev nivîs 210777 car hatiye xwendin.