Jaulmes: Têkçûna Efrînê destpêka têkçûna xewna Rojava ye

Hema bêjin piranîya pispor û nûçegihanên Rojhilata Navîn di wê bawerîyê de ne ku têkçûn û dagîrkirina Efrînê darbeyek mezin li xewna Kurdan xistiye, û têkçûna Efrînê wek “destpêka têkçûna xewna Kurdistana Rojava dinirxînin.

Rojnameya Fransî Le Fîgaro, di rûpelên xwe de behsa rewşa Kurdên Rojava û rewşa Efrînê kir û nivîsek bi navê “Ji bo Kurdistana Sûrîyê destpêka têkçûna dawî“ weşand.

Nivîsa ku ji alî Adrîen Jaulmes ve hatiye nivîsandin, destnîşan dike ku “ji bo YPG mengene teng dibe“ û dibêje: “Ji alî artêşa Tirkîyê ve dagîrkirina Efrînê, tê wateya têkçûna xewna Kurdistana Sûrîyê. Şert û şirûtên ku ji bo herêmek xweserîya Kurdan hebûn li ber têkçûnê ne“.

Jaulmes, di nivîsa xwe de tîne zimên ku ji bo dagîrkirina Efrînê Rûsyayê destek û piştgirî daye Tirkîyê û dibêje: “Rûsya ji bo ku planên Amerîkayê têk bibe, ketiye nav tevgerê. Herweha hikûmeta Sûrîyê jî ji bo ketin û derketina Efrînê rê neda û nehişt ku çek ji YPG re bên şandin. Ji ber vê yekê, hikûmeta Sûrîyê jî şirîk û gunehkar e“.

Jaulmes, tîne zimên ku hêzên Amerîka yên li Sûrîyê garantîya herî dawîn a Kurdan e û dibêje: “Lê belê polîtîka derve ya bêserûber di rewşekê de ye ku meriv nikaribe her tiştî bibîne“.

Ji alîyê din, di Le Fîgaro de behsa rewşa Menbicê jî hatiye kirin û tê gotin ku piştî Efrînê armanca Tirkîyê dagîrkirina Minbicê ye û dibêje: “Menbic ne Efrîn e. Li vajayî Efrînê, şênîyên Menbicê bi piranî Ereb in. Di desthilatdarîyê de pirsgirêkên Kurd û Ereban hene. Ji bilî ku bawerîya xwe bi 200 leşkirên Amerîkayê bînin, tu bijardeyên Kurdan tunene. Lê ji bo ku rewş xirabtir nebe û Amerîka bi Tirkîyê re li hev bê, dibe ku Kurd ji Menbicê jî bên derxistin. Ji bo ku Kurd heman senaryoyê nejîn, karin bi Şamê re bibin yek“.

Z.B


Ev nivîs 210785 car hatiye xwendin.