Jeffrey: Tenê bi PDK re em karin gepa devê xwe parve bikin
Peyama Kurd / Piştî xiyaneta Kerkûkê û bêdengîya Amerîkayê, dilsarîyek ketibû navbera rayedarên Kurdistanê û Amerîkayê. Bi taybet PDK ji Amerîka û helwesta Amerîkayê dilgiran bûbû. Lê bi ser vîqasî de jî, rayedarên Amerîkî hêvîya xwe ji PDK qut nekirine û di nav partîyên Kurdan de tenê PDK wek dost û alîgirê xwe dibînin.
Di vê derbarê de kevnebalyozê Amerîya yê Bexdayê James Jefreyy axivî û carek din PDK wek partîya herî dost û herî nêzîkî xwe dît.
Jefreyy, anî zimên ku ew û PDK hemfikir in û got: “Partîya ku bi Amerîkayê re hemfikir e û partîya ku di nav Kurdan de em karibin gepa devê xwe pê re parve bikin, PDK ye. Helbet heke PDK hîna bawerîya xwe bi Amerîkayê bîne, ji ber wan hêvîya xwe ji me qut kir. Divê ew ji me bêhêvî nebin“.
Jefreyy, herweha anî zimên ku Îran desttêwerdanan di Iraqê de dike û e yek jî Amerîkayê dixe nav şik û gumanan.
Ev nivîs 210769 car hatiye xwendin.