Ji bo HDP nebe Tirkîyeyî êrîş tên ser
Peyama Kurd / Dadwerê kevin ê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê Riza Tulmen, di derbarê HDP û êrîşên ser HDP de axivî û sedema êrîşên ku li ser HDP tên kirin, ji çapemenîyê re anîn zimên.
Li gor Tulmen, ji bo ku hêvîya demokrasîyê di HDP de heye desthilatdarên Tirkîyê êrîşî wê dikin û dibêje: “Girtina Selahattîn Demîrtaş neheqîyek mezin e. Li tu derek dinyayê nehatiye dîtin ku namzetek serokkomarîyê di girtîxahê de be û ji girtîxahê beşdarî hilbijartinan bibe. Gava namzeyek di girtîxanê de be hûn nikarin behsa heq û hiqûqê, hûn nikarin behsa hilbijartinek adil û azad bikin. Gelek wekîlên HDP girtî ne. HDP nexistin nava fitaqan, ev jî xelet e. Ji ber gava HDP nekeve nava tifaqan, wê Kurd li derveyî sîstemê bên hiştin“.
Riza Tulmen, dibêje ku divê Kurd jî têkevin nava sîstema Tirkîyê û da ku xelkên Tirkîyê karibin bi hev re bijîn û dibê: “Divê em çarçoveyek hevbeş peyda bikin ku hem Tirk, hem Kurd, hem Alewî û ewên din karibin bi hev re bijîn. Bi derkirina Kurdan hûn nikarin wê çarçoveya hevjiyanê peyda bikin. Piştî van bûyerên dawîn Kurd li hemberî sîstemê sar û biyanî bûne“.
Li gor dadwer Tulmen, desthilatdarîya Tirkîyê naxwaze ku HDP bibe partîyek Tirkiyeyê û dibê: "Êrîşên li ser HDP wahşet û dirindî ye. Çima êrîşî HDP dikin? Ji ber her ku HDP dibe partîyek Tirkîyeyî bingeha wê berfireh dibe, ji derveyî Kurdan Tirk jî dengên xwe didin HDP. Ev jî ji alî desthilatdarîyê ve xeter tê dîtin. Ji aliyê din, di van hilbijartinan de mifteya serketinê di destê HDP de ye. Heke HDP bendavê derbas neke wê AKP û Erdogan biserkevin. Sedemek ji êrîşan jî ev e, dixwazin bi van êrîşan HDP piçûk û lawaz bikin“.
Ev nivîs 210783 car hatiye xwendin.