Ji bo Iraqê soza 24 milyar dolar

Di konferansa Kuweytê de soz ji Iraqê re hat dan ku ji bo avadanîyê 24 milyar dolar alîkarî jê re bê kirin.

Iraq a ku di şerê Iraqê de xisarek mezin dîtiye û ji bo avadanîya wê 88 milyar dolar pêwist e, li alîkarî û peran digere da ku karibe vegere ser sêhra berê.

Di konferansa ku li Kuweytê çêbû de soz ji Iraqê re hat dan 24 milyar dolar alîkarî pê re bê kirin. Soza herî mezin ji alî Tirkîye, Kuweyt û Siûdî Erebistanê ve hat dan.

Li gor vê soza alîkarîyê, wê Tirkîye 5 milyar dolar, Kuweyt 2 milyar dolar, Siûdî erebistan 1,5 milyar dolar, Katar 1 milyar dolar, Almanya 350 milyon dolar, Amerîka 400 milyon dolar û çend welatên din jî soza alîkarîyê dan Iraqê.

Di konferansê de helwesta Amerîkayê bala beşdaran kişand. Amerîka li ji bo avadanîya Iraqê helwestek bêdil û dudil raber da. Lê dîsa jî Amerîka anî zimên ku dixwazin bi 400 milyon dolarî alîkarîya avadanîya Iraqê bikin.

JI bo Iraq bê ser sêhra berê û wek berê bê avadankirin, pêwistîya wê bi 88 milyar dolarî heye. Lê wê çawa karibe 88 milyar dolarî peyda bike cîhê meraqê ye.

Z.B


Ev nivîs 210818 car hatiye xwendin.