Ji niha ve Erdogan kirin yekem

Peyama Kurd / Bi nêzîkbûna hilbijartinan re dek û dolab û hîleyên desthilatdarîya AKP jî dest pê kirin. Ji ra û dengên dizîyê bigrin heta bi kaxezên vala û kaxezên ji berê de mohrkirî, ketin bazara hilbijartinê. Çi li Tirkîyê be, li jî li Ewrûpayê be, ji bo ku AKP û Erdogan qezenc bike, her dek û dolab tên kirin û rê ji her tiştî re hatiye vekirin.

Televizyon û medyaya nêzîkî AKP û Erdogan ji niha ve dest bi manîpulasyon û xapandinê kirin. TVNET a ku nêzîkî AKP û Erdogan e, berî hilbijartinê bi sê rojan encama hilbijartina 24ê Hezîrana 2018an anî ser ekrana xwe û bi %53 dengan serketina Erdogan pîroz kir.

Ev helwesta TVNET, carek din nîşan dide ku wê di hilbijartin û sindoqan de gelek sextekarî û hîle bên kirin û wê wisa bikin ku AKP û Erdogan dîsa qezenc bikin û desthilatdarîya xwe bidomînin.


Ev nivîs 210778 car hatiye xwendin.