Jolie spasîya hikûmeta Kurdistanê kir
Balyoza Dilniyazîyê ya Yekîtîya Milletan û lîztikvana navdar Angelina Jolie, piştî ziyareta Mûsilê derbasî Duhokê bû û li kampên penaberan geriya.
Angelina Jolie, di civîna çapemenîyê de behsa wêranîya bajarê Mûsilê kir û anî zimên ku di salên dawîn de wêranîya herî mezin li Mûsilê dîtiye û got: “Ewlekarî û çaksazîya Mûsilê ji bo pêşeroja Iraqê û herêmê girîng e“.
Jolie, ji bo alîkarîya ku hikûmeta Kurdistanê bi penaberên Iraq û Sûrîyê re kiriye spasîya xwe anî zimên û got: “Ji bo dawîlêanîna şer û ji bo bandora şer ji holê rabe, divê hemû welat û hikûmet berpirsiyarîyên xwe bînin cîh. Ji bo ku penaber paraztine û xwedî li penaberan derketiye ez spasîya hikûmeta herêma Kurdistanê dikim“.
Ev nivîs 210793 car hatiye xwendin.