Kaya: Divê Tirkîye rûpelekî nû veke
Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcle (DÎTAM), bi navê “Di pêvajoyên aştîyê de rola Rêxistinên Sivîl ên Civakî“ li Amedê civînek giştî li dar xist.
Ev projeya ku di 2016an de li Amedê bingeha wê hat avêtin û li bajarên cuda xebata xwe didomîne, hewl dide ku Rêxistinên Sivîl ên Civakî hişyar bike, wan tev li xebatên xwe bike da ku ew rêxistin li dijî şer bêdeng menînin û bi xebatên xwe yên sivîl û civakî ve xizmeta aştîyê bikin.
Serokê DÎTAMê Mehmet Kaya, anî zimên ku bi avakirina vê projeyê wan xwestiye ji bo çareserîya pirsa Kurd û bidawîanîna şer dezgehên sivîl çalaktir bikin û tevnek aştîyê biafirînin. Kaya, herweha anî zimên ku armanca wan a yekem li herêmê (Bakurê Kurdistanê) Yekîtîya Civaka Sivîl pêk bînin, armanca duyem heman tevna civakî li seranserê Tirkîyê pêk bînin û armanca sêyem jî vê tevna civakî bigihînin asta navnetewî.
Mehmet Kaya, di axavtina xwe de behsa helwest û siyaseta AKP û Kurdan kir, anî zimên ku “bi bêdengkirina civaka sivîl û polîtîka li ser dijminatîya Kurdan wê AKP negihîne tu çareserîyekê“ û got: “AKP bi xwe digot ku polîtîkayên salên 90î pirsa Kurd anîye vê astê. Divê AKP ji bîr neke ku Rêxistinên Sivîl ên Civakî di serketina wê de rola herî mezin lîztine. Le xuyaye wê operasyona ser Efrînê û pêşketinên ku li welêt dibin, ji bo polîtîkayên navxweyî bikin alav hacet“.
Kaya, rexne li siyaset û polîtîkayên AKP girt û got: “Di pêşavoja çareserîyê de du alî hebûn, Tirkîye û rêxistina çekdar. Lê niha rewş cuda ye û di ser Sûrîyê re xwe gihand astek navnetewî. Ji ber vê, divê Tirkîye li Rojhilata Navîn ji xwe re polîtîkayek Kurd pêk bîne“.
Mehmet Kaya, di axavtina xwe de bala Tirkîyê kişand ser hebûna pirsa Kurd û anî zimên ku “Kurdên Iraq û Sûrîye jî di nav de, divê Tirkîye di pirsa Kurd de rûpelekî nû veke û divê asta wê ya navnetewî jî bigre ber çav“.
Z.B
Ev nivîs 210803 car hatiye xwendin.