Kerîm jî di hepsê de ye...

Gava meriv carna li rewşa xwe, li rewşa rêxistin û partîyên Kurd, li rewşa milletên din, û bi taybet jî li rewşa ku îro Kurd tê de ne difikire, meriv hem ji xwe şerm û fedî dike, hem jî wek Kurd li ber xwe dikeve.

Ji kesayetên Kurd bigrin heta bi dem û dezgehên wan, ji partî û rêxistinên wan bigrin heta bi êl û eşîrên wan, bûne wek mirîşka gêj û bûne xerîb û biyanîyên xwe û qewmîyeta xwe. Gava meriv dinere ku milletên nifûsa wan 35-40 hezar in bûne dewlet (wek Lichtenstein û gelekên din) û serbixwe ne, girîyê meriv bi halê meriv û li halê Kurdan tê. Gava meriv dibîne ku Îsraîl û 8 milyon Cihû hikim li dinyayê dikin, bi tifaq in û kes newêre lingê xwe li lingê wan xe, girîyê meriv li halê 50 milyon Kurd tê û meriv şerm û fedî dike ku bêje ez Kurd im. Ev rewşa kambax û berberîya navxweyî ne tenê li parçeyekî Kurdistanê, mixabin li her çar parçeyan wilo ye. Li her parçeyekî herî kêm 10 rêxistin û partî, û ew partî jî 101 bavekî ji hev re çêdikin û bi dijminatî û berberîya navxweyî rûn li ser nanê dagîrkeran dikin.

Îro li her parçeyekî Kurdistanê Kurd di nav şerekî man û nemanê de ne. Partîyên wan parçeyan heman tas û heman himam, ne pêş de diçin, ne paş de. Gavekê davêjin pêş, lê du gavan jî davêjin paş. Di nav herî û çiravê de teqinî ne û wek mirîşka gêj li wan hatiye. Heke em PKK û PDK Başûr ji nav derxin, rewşa partîyên din wek rewşa mirîşka gêj e. Nikilên xwe li garis dixin û berê xwe bi xwedê vedikin da ku çareserîyekê bibînin. Tew piranîya wan li çareserîyê jî nagerin, qîma xwe bi “hindik û rindikbûnê“ tînin, şikra xwe tînin û simbêlan badidin.

Li Bakur rewş wek şorba nîskê ye. Bê alternatîfî, asîmîlasyon, dûrketina ji hestên netewî, Tirkayetî û Tirkîyetî serê Kurdan dewixandiye, ew gêj û berşoşkî kirine. PKK erka xwe ya Tirkîyeyîbûn û dijminatîya netew-dewletbûna Kurdan baş pêk tîne. Lê partîyên derveyî PKK, ewên ku qaşo xwe Kurdistanî dibînin û şûr simbêlê wan nabirre, teqinî ne û li dora xwe dizîvirin, wek teker û dolabên trimbêlê badanaj dikin. Bi ser ku tu ferqîyet û cudabûna îdeolojîyan di nava wan de nemaye jî, bi ser ku hemû jî doza heman armancê dikin, kes ji gotina xwe nayê xwarê û berjewendîyên Kurdistanî ji xwe re nakin xal û armanca yekem.

Ligor tê gotin, xwedêgiravî PAK û PSK nêzîkî hev bûne û dixwazin di bin nav û sîwanekê de bibin yek partî. Her çiqasî di nav herdu partîyan de wê hinek kadro nexwazin partîya xwe bifeşkilînin û nexwazin nav û keda partîya xwe wenda bikin jî, xuyaye tu çareyek din li pêşîya wan tune û nemaye. Êdî ew jî gihiştine wê bawerîyê ku destê bi tenê deng jê nayê û heke nebin yek, ewê wenda bibin yek bi yek. Yekbûna PAK û PSK helbet şert e, maqûl e û pêwist e jî. Lê ewê di wê yekbûnê de rêbaz û bernameyek çawa pêşkêşî milletê Kurd bikin, ne kifş e. Heke dîsa bi îdeolojî û hişmendîya berî salên 80 î derkevin pêşberî millet û xwe bi dawa HDP yan PKK bigrin, ewê dîsa li dora xwe bizîzikin û wê nikaribin bibin alternatîf. Na heke bi bernameyek pêbawer û maqûl, heke bi siyasetek serbixwe û Kurdistanî derkevin hol û meydanan, dibe ku kevirekî li ser kevirekî bikin û di pêşerojê de hêvîyekê bidin Kurdên bakur. Helbet nav û guhertina navan jî pirsgirêk û nakokîyek bi serê xwe ye. Çepitî û navê “sosyalîzmê“ ji roja roj de, ji salên 70î ve, ji derveyî hinek xortan ji alî piranîya Kurdan ve nehatiye hembêzkirin û Kurd lê germ nebûne. Tu şik û gumana min ji Kurdbûn û Kurdistanîbûna PAK û PSK tuneye. Ev mijarek din e. Herdu partî jî têra xwe Kurdistanî ne. Lê em bixwazin nexwazin navê partîyê bandorek erênî yan jî neyînî, ango pozîtîf û negatîf li Kurdan dike û divê rayedarên PAK û PSK li ser nav baş bifikirin.

Li Rojhilat şerê li dijî dagîrkeran didome. Êrîşa li ser Koyê û kujtina kadir û rêvebirên PDK-Î û HDK helbet em xembar û brîndar kirin. Lê xuyaye rêvebirên herdu partîyên Kurd jî wek Kurdên parçeyên din hesabê dijminê xwe nekirine û ji dîroka xwe ders wernegirtine. Çima ne li çiyayên Kurdistanê lê li bajarokê Koyê baregehên xwe yên navendî datînin? Bi ser ku sîxurên Îranê li Hewlêr û deverên din çend suîkast li kadirên wan kirin û ew şehîd kirin, çima hesabê xwe û êrîşa ser baregehên navendî nekirin? Helbet ev jî pirsek ji kezebê û bi serê xwe ye.

Rewşa Rojava li ber çav e. ENKS û partîyên wê wek her car siyasetek germik û nermik, siyasetek bi qurban û heyran, siyasetek bê bedel û bê xwînrijandin dimeşînin û ev siyaseta bê bedel jî tu bawerîyê nade derûdorê û rûn li ser nanê PYD û YPG dike. Çawa ku li Bakur alternatîf tune û PKK li gor dilê xwe hespê xwe dibezîne, li Rojava jî PYD bê alternatîf e û hespê xwe li gor xwe û PKK dibezîne. Pêşketin, xurtbûn û alternatîfbûn ji xwe ve çênabe, di dua û lavlav, bi hêvî û qurban û hefran qet çênabe. Li alîyê din, hebûna Amerîka û hêzên Amerîkayê û piştgirîya wê ya ji bo HSD û YPG helbet dilê meriv xweş dike, hêvîyekê dide meriv ku di pêşerojê û di damezirandina Sûrîyeya nû de Kurd di herêma xwe de, ango li Rojavayê Kurdistanê bibin desthilatdar û federasyonek wek federasyona Başûr bidestxin. Ev jî ijarek din e.

Li Başûrê Kurdistanê dema hilbijartina parlamentoya Kurdistanê û serokkomarîya Iraqê ye. Ji alîyekî YNK û Tevgera Goran, ji alîyê din PDK dixwaze namzetê wan bibe serokkomarê Iraqê. Birastî ez fêhm nakim, Iraqa ku halîhazir aloz û tevlihev e, Iraqa ku jihevdeketî û wek bombeya teqanê ye, çima ji alî Kurdan ve tê rizgarkirin? Çima Kurd dixwazin Iraqê yan jî hikûmeta Bexdayê ji vê alozî û teqanê rizgar bikin û xurt bikin? Madem em serxwebûna Kurdistanê dixwazin û dixwazin ji Iraqê cuda bibin, rizgarkirin û xurtkirina Bexda û Iraqê ji bo çi? Madem avakirina hikûmeta Bexdayê bi Kurdan ve girêdayî ye, çima Kurd (helbet qesta min PDK ye) dixwazin destê dagîrkerên xwe xurt bikin û dîsa hefsarê xwe têxin destê dijminê xwe? Birastî ji bo min qet fersa serokkomar tuneye. Ha Berhem Salih, ha Fûad Hisên û ha Sîrwe Ebdulwehîd. Di encamê de wê ew serokkomar girêdayî zagon û makzagonên Iraqê bin û çawa ku Fûad Masûm 15 salan xêrek ji Kurdan re nekir, wê ev jî nikaribin bikin. Ji alîyekî cudabûn û xwestina Kurdistanek serbixwe û ji alîyê din bidestxistina serokkomarîya Bexdayê tu tiştên vaja û dijberî hev in.

Ez serê we neêşînim, ezê nivîsa xwe bi serpêhatîyekê xelas bikim.

Rojekê yekî bi navê Kerîm zilamekî dikuje û dikeve hepsê. Kurê kesê kujtî pir aciz dibe, li xwe dixe, dixwaze heyfa bavê xwe hilîne lê nikare.

Gundî li ber digerin, dixwazin wî haş bikin û kelecana wî daxin. Gundîyek jê re dibê:

- Filankes, bêhna xwe fireh bike, xwedê kerîm e..

Lawik serê xwe dihejîne û dibê:

- Rast e, xwedê kerîm e. Lê kerîm jî di hepsê de ye heta derkeve..

Îcar mesela me Kurdan jî maye li hêvîya kerîm û rehîmbûna xwedê wesselam.

 

Z. Brîndar/

26.09.2018