KMV: Di 16 salan de ji %46ê zarokan mexdûr bûne

Peyama Kurd / Di 16 salên desthilatdarîya AKP û Erdogan de ji %46ê zarokên Tirkîyê raserî destdirêjî, tecawiz û kiryarên cinsî hatine. Rapora Komela Mafê Mirovan şaxê Stenbolê eşkere dike ku li Tirkîyê herî zêde zarok ketine ber diranên çerxa dewlet û hikûmetê.

Bi zêdebûna cemaatên olî û mezhebî, li Tirkîyê zêdebûna tecawiz û destdirêjîya li ser zarokan jî qat bi qat zêdetir bû. Çi zarokên keç, çi jî yên kur nesîbê xwe ji van destdirêjî û tecawizan stendin û jiyana wan hermîn.

Komela Mafê Mirovan şaxê Stenbolê, di sempozyûma li ser zarokan de rapora xwe eşkere kir û anî zimên ku di nava 16 salan de, ji 18 salan piçûktir 440 hezar keçên zaro welidî ne û zarok anîne. Di raporê de tê eşkerekirin ku 8 hezar zarok hatine tecawizkirin û destdirêjî li wan hatiye kirin.

Li gor rapora KMV, ji %46 sûcên cinsî yên ku li Tirkîyê hatine kirin, li dijî zarokan û destdirêjîya zarokan hatine kirin. Di raporê de eşkere dibe ku di destdirêjîya zarokan de Tirkîye li dinyaê di rêza 3. de ye. Di 10 salên dawîyê de 482 hezar û 908 keçên nekabilbûyî (di bin 18 salî re) bi destûra dewletê hatine zewicandin û di 6 salên dawîyê de jî 142 hezar û 298 zarok welidî ne û bûne dayik.

Li gor rapora KMV, li Tirkîyê 380 hezar zarok nikarin biçin dibistanê û 700 zarok jî bi dayikên xwe re di girtîxane û zindanan de ne.


Ev nivîs 210769 car hatiye xwendin.