Knîpp: Divê Amerîka ji Sûrîyê venekişe

Gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump di serê gelekan de pirs çêkirin. Trump, daxuyandibû ku ewê di demek nêzîk de artêşa Amerîkayê ji Sûrîyê vekişînin û Sûrîyê biterikînin.

Gotinên Trump ne tenê kêfa rayedarên Tirkîye û Sûrîyê anîbû, herweha kêfa rayedarên Rûsya û Îranê jî anîbû. Herkes li bendê ye ku Trump û Amerîka soza xwe bîne cîh û ji Sûrîyê derkeve. Her çiqasî Trump serokê Amerîkayê be jî, lê helbet gotinên Trump jî car caran nikare bandorê li siyaset û polîtîka Amerîkayê bike.

Di vê derbarê de nivîskarê Alman Kersten Knîpp, gotinên Trump wek senaryoya qiyameta Rojhilata Navîn nirxand û anî zimên ku heke Amerîka terka Sûrîyê bike, wê li herêmê bibe sedemê nakokî û alozîyên kûr.

Kersten Knîpp, di gotara xwe de tîne zimên ku „Donald Trump berî bi demekê hem Wezîrê derve û hem jî Şêwirmendê Ewlekarîyê guhertin û du kesên ku alîgirên şer û piştevanên berjewendîyên Amerîkayê ne, anîne ser hikim“ û dibêje: “Donald Trump baş zane çavdêr û pisporan bifikirîne û têxe nav şik û gumanê. Li gor min, gotinên Trump dûrî rastîyê ne û vekişandina ji Sûrîyê ne mecbûre li gor gotinên Trump pêk bê. Heke hat û birastî jî Amerîkayê xwe ji sûrîyê vekişand, ev tê wate û mikurhatina ku polîtîka Sûrîyê tiştekî zêde ji Amerîkayê re neanîye. Ji alîyê din, evê bibe gavek ku Amerîka li herêmê ji alî jeostratejîk ve bê wate û bê rêz û bê qîmet bibe“.

Knîpp, tîne zimên ku Amerîka ji roja roj de rejîma Esed ji xwe re wek dijmin dîtiye, sedema wê jî nêzîkbûn û dostanîya rejîma Esed û Îranê û dijminatîya bi Îsraîlê re ye û dibêje: “Vekişandina Amerîkayê wê ne tenê bandorê li Sûrîyê, lê wê bandorek bi dehê salan li temamê herêmê bike. Bi vî awayî wê ji alîyekî Rûsya bi awayekî dizî û sergirtî desthilatdarîya xwe li herêmê xurttir bike, ji alîyê din jî wê Îran bi berfirehî li Sûrîyê bibe xwedî erk û gotin, di ser Lubnanê re wê xwe bigihîne sînorên Îsraîlê û wê “Hîva Şîe“ bibe rastî. Û ev yek jî wê herêmê bixe nav nakokî û alozîyek pir kûr“.

Z.B


Ev nivîs 210786 car hatiye xwendin.