Kocîas: Yûnanîstan ne Efrîn e

Pirsgirêkên navbera Tirkîyê û Yûnanîstanê berdewam in. Rayedarên herdu alîyan di axavtiên xwe de hevdu bi gotinên giran tohmetbar dikin û êrîşî hev dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Yûnanîstanê Nîkos Kocîas, di derbarê gengeşî û nakokîyên navbera herdu welatan de pirsên rojnamevanan bersivand û bal kişand ser ferqa navbera Yûnanîsyan û Efrînê.

Kocîas, di bersiva pirsekê de anî zimên  û got: “ Divê Tirkîye zanibe ku Yûnanîstan ne Efrîn e ku karibe bi rehetî dagîr bike“.

Kocîas, anî zimên ku Yûnanîstan li hember her zixt û gefan jî wê bi xwînsarî tev bigere û zû bi zû neyê lîztikan û got: “Em bi Tirkîyê re dostanî, aştî û berjewendîyên hevbeş dixwazin. Tirkîye bi qasî ku êrîşî Yûnanîstanê neke biaqil e“.

Z.B


Ev nivîs 210763 car hatiye xwendin.