Kore amadeye bi Amerîkayê re biaxive
Rikberî û dijminatîya Amerîka û Koreya Bakur bi salan e berdewam e. Çêkirin û afirandina çekên kîmyewî û nukleerî yek ji sedema dijminatîya herdu alîyan e. Zixt û gefên ku herdu alî li hev dikin, dibe sedem ku Koreya Bakur zêdetir giranîya xwe bide çêkirina çek û fûzeyên nukleerî.
Berî niha rayedarên Koreya Başûr û Koreya Bakur hevdîtinek pêk anîn û pêvajoyek nû dan destpêkirin. Koreya Başûr ku hevkarê Amerîkayê ye, piştî salên dûvdirêj hevdîtinek bi Koreya Bakur re pêk anî û serokên herdu Koreyan biryar dan ku hevdîtin bidomin da ku dijminatîya navbera herdu alîyan kêmtir bibe û zêdetir nêzîkî hev bibin.
Bi hevdîtin û destpêkirina têkilîyên herdu Koreyan, dixuye ku wê hêdî hêdî navbera Amerîka û Koreya Bakur jî nermtir bibe û belkî ew jî dest bi hevdîtinên dostane bikin. Ji bo ku Amerîka û Koreya Bakur nêzîkî hevdu bibin jî, divê Koreya Bakur çêkirina çekên nukleerî rawestîne û bes dijminatîya Amerîkayê bike.
Serokê Ewlekarîya Netewî yê Koreya Başûr Chung Eui-yong, piştî hevdîtina Koreya Bakur û Koreya Başûr daxuyanîyek da û da zanîn ku “heke pêwistî çênebe, tehdîtên li hember Koreya Bakur ji holê rabin û rejîma Koreya Bakur xwe di xeterê de nebîne, ew amade ye girava Koreyê ji çekên nukleerî pakij bike“.
Chung Eui-yong, ku di heman demê de Serokê Delegasyona Hevdîtina bi Koreya Bakur re ye jî, da zanîn ku “rayedarên Koreya Bakur bi nêt in û dixwazin bi Amerîkayê re hevdîtinan bikin û di derbarê tunekirina çekên nukleerî û normalîzekirina têkilîyan de gavan bavêjin “.
Piştî hevdîtina herdu Koreyan, wê delegasyonek ji Koreya Başûr serdana Amerîkayê bike û di derbarê hevdîtinan de rayedarên Amerîkayê agahdar bike. Destpêkirina hevdîtinên di navbera Amerîka û Koreya Bakur de helbet di rojên pêş de wê zelaltir bibe.
Z.B
Ev nivîs 210792 car hatiye xwendin.