Kupchan: Divê Tirkîye li dostanîya Kurdan bigere

Tirkîye sedema êrîşên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Efrînê ewlekarîya sînorên xwe nîşan dide. Tirkîye ya ku dengê xwe ji cîrantîya ÎŞÎDê ya li ser sînorên Tirkîyê nedikir, çima ku sînorên Rojavayê Kurdistanê di destê YPG de ye, dike mahne û sedema êrîşên xwe. Lê hinek pispor û nûçegihan jî li şûna êrîş û dijminatîya Tirkîye û Kurdên Rojava, dostanîya wan bêhtir aqilane dibînin.

 Nûçegihanê kovara Amerîkî Foreign Policy Charles Kupchan, di gotara xwe de bal kişand ser nakokî û berberîya du endamên NATOyê  -Tirkîye û Amerîka – û girîngîya têkilîya bi Kurdan re.

Charles Kupchan,  tîne zimên ku Amerîka û Tirkîye li Sûrîyê berberî û rikberîya berjewendîyan dikin û dibêje: “Her çiqasî pêşarmanca Amerîkayê tekoşîna li dijî ÎŞÎD ê be jî, nikare Kurdên ku şerê ÎŞÎDê dikin ji çav derxe û piştguh bike. Balkêş e, heman milîtanên Kurd ji bo Tirkîyê wek zixt û xeter tên dîtin“.

Kupchan, pirsa „Gelo wê li Sûrîyê têkilîyên Amerîka û Tirkîyê şiklekî çawa bistîne?“ dibersivîne, bersivekê jê re dibîne û dibêje:  “Pêwistîya herdu endamên NATOyê jî bi têkilîya Kurdan re heye, têkilîyên baş“.

Charles Kupchan, Sûrîyê wek deverek herî xeter û talûke dibîne û dibêje: “Amerîka û Tirkîye ya ku li Sûrîyê berberî û rikberîya berjewendîyan dikin, divê bi Kurdan re têkilîyên dîplomatîk deynin. Heke daxwaza Tirkîyê ewlekarîya sînoran be, pêwistîya wê ne bi dijminatîya Kurdan, lê bi dostanîya wan heye“.

Kupchan, tîne zimên ku Amerîka û Tirkîye berî ji dîwêr werbin divê paşde vegerin, ji bo ewlekarî û asayîşa Rojhilata Navîn pêwistîya herdu alîyan bi hev heye û dibêje: “Heke Tirkîye şerîta navbera xwe û Amerîkayê biqetîne, wê bi awayekî zûtir ji welatên Rojava dûr bikeve“.

Charles Kupchan, di dawîya gotara xwe de dibêje:  “Heke ji bo memnûnkirina Tirkîyê Amerîka neqebê têxe navbera xwe û YPG, di pêşerojê de li hember bandora Rûsya û Îranê wê nikaribe Kurdan li kêleka xwe bibîne. Tirkîye li derveyî şerê li dijî YPG, kare têkilîyên xwe yên dîplomatîk bi hêzên herêmê re bihêztir bike, ji bo pêkhatina mêzîna piştî şer kare têkilîyên nû deyne. Erdogan li şûna gotin û axavtinên netewperestî, kare polîtîkayên ku tehamilî Kurd û pêkhateyên herêmê bike, biafirîne. Divê Erdogan divê 15 milyon Kurdên Tirkîyê, yên Iraq û Sûrîyê jî bigre ber çav û li şûna polîtîka şer, li gor dîyalogê polîtîka xwe bihûne. Ji ber bi polîtîkayên şer heta îro tukes bi ser neketiye “.

Z.B


Ev nivîs 210782 car hatiye xwendin.