Kurdistan yek welat e, nabe çar

Peyama Kurd / Meha Adarê ji bo Kurdan hem mehek pîroz e, hem jî meha şîngirêdanê ye. Di vê meha dîrokî de yek ji şîn û brîndarîya mezin ew e ku pêşewa û serokkomarê Komara Mahabad a Kurdistanê Qadî Mihemed jî di vê meha pîroz û şîndar de ji alî rejîma Îran a hov ve hatiye şeniqandin û di 31ê Adara 1947an de koça dawî kiriye.

Qadî Mihemed ne Kurdê yekem e û ne jî yê talî ye ku ji alî rejîmên dewletên dagîrker ve hatiye şeniqandin. Bi hezaran cangorîyên Kurd dane dû şopa pêşewayê xwe û li ser rê û rêbaza bapîrên xwe giyanê xwe radestî xaka pîroz, xaka Kurdistanê kirine. Sedema vê kambaxî û tofana mezin bêguman bêdewletbûn e, bêtifaqî ye, parçebûn û rikberîya Kurdan xwe bi xwe ye. Evan sedeman hiştiye ku pêşewa û canfedayên Kurd pir bi hêsanî bên sêdarekirin û xatir bixwazin.

Milletê Kurd bi sedê salan e di bin nîr û desthilatdarîya dewletên dagîrker de dijîn. Ji ber parçebûn, dubendîtî, eşîrî, dijminatî, xwenasnekirin û dûrketina ji giyanê mîllî-netewî, heta îro fersendên ku ketine destên wan ji bo berjewendîya netewa xwe bi kar neanîne, vîn û îradeyek hevbeş û netewî pêk neanîne û mixabin nebûne dewlet. Her çiqas bi dehan berxwedan û serhildanên mezin çêbûbin û gelek bedelên mezin hatibin dan jî, ji ber berjewendîyên malbatî, eşîrî û xiyanetên navxweyî, Kurd bindest mane û pîkolîyê ji dewletên dagîrker re dikin.

Piştî ku di 1923an de bi Peymana Lozanê Kurdistan bû çar parçe, şert û mercên tekoşîn û berxwedanê jî ji Kurdan re dijwartir bû û fersendên ku berî wê hatibûn ber lingên wan jî her ku çû kêmtir û zehmettir bûn. Bi zêdebûna zilm û zora li ser Kurdan her çiqasî li her alîyên Kurdistanê Kurdan serî hildabin û doza maf û welatê xwe kiribin jî, bêtifaqî, parçebûn û xiyanetên navxweyî ew serhildan têk birin û Kurd bi îro hatin.

Pêşewa Qadî Mihemed, jiyana xwe ya siyasî bi endametîya Komala Jiyanewey Kurdistan dest pê dike. Komala Jiyanewey Kurdistan a ku di 1942an de tê damezirandin, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dest bi xebat û rêxistina xwe dike. Komala di 1945an de bi fermî xwe li herêma Mahabadê beyan dike û Pêşewa Qadî Mihemed dibe endamê Komala Jiyanewey Kurdistan. Qadî Mihemed, li ser hîmên Komala Jiyanewey Kurdistan di 16ê Tebaxa 1946an de Partîya Demokrata Kurdistanê-Îran (PDK-Î) damezirand û heta dawîya jiyana xwe pêşewatîya partîyê kir.

Komara Mahabad

Qadî Mihemed, bi soz û alîkarîya Sovyetê jî, di 22 Çileyê Paşîn 1946an de li Meydana Çarçirayê Komara Mahabad a Kurd ragihand. Dezgeha Wezîran ji 13 endaman hat pêkanîn û Qadî Mihemed jî wek Serokkomarê Komara Mahabadê hat hilbijartin. Zimanê fermî yê Komara Mahabadê zimanê Kurdî ye. Ji bo komarê yasa û zagon tên amadekirin, pirtûkên Kurdî tên çapkirin, rojnameya dewletê “Kurdistan“ dest bi weşanê dike û kovarên wek Hawar, Hîlale, Agir, Gelawêj, Niştiman û wekî din dest bi weşanên xwe dikin. Ey Raqîb jî wek Marşa Metewî ya Komara Mahabadê tê pejirandin.

Helbet ev kiryar û pêkhatin li xweşîya Şahê Îranê naçe. Îran serî li Yekîtîya Milletan dide da ku Sovyet ji xaka Îranê derkeve. Piştî zixtên Îranê û berjewendîyên dîplomatîk û herêmî, Sovyet ji Îranê derdikeve û Komara Mahabadê bi tenê tê hiştin. Piştî ku desthilatdarîya Azerbaycanê bi Îranê ve tê girêdan, ketina Mahabadê û dagîrkirina Mahabadê ji Îranê re hêsantir dibe. Qadî Mihemed, di 5ê Kanûna 1946an de Konseya Şer kom dike û ji bo berxwedanê dest bi amadekarîyan tê kirin. Lê bi vekişîna Sovyetê re (9ê Gulanê) di 17ê Kanûnê de artêşa Şahê Îranê Mahabad dagîr kir û Komara Mahabadê rûxand. Di 31ê Adara 1947an de Qadî Mihemed û hevalên xwe li Meydana Çarçirayê hatin şeniqandin û çend stêrkên din ji asîmanê Kurdistanê vemirandin. Xewna Komara Kurdistanê kurt ajot û Kurd dîsa bi xewn û xeyalên xwe re bi tenê man.

Pêşewa Qadî Mihemed, heta bi şeniqandina xwe jî lêborînê ji dijminê xwe naxwaze, li ber xwe dide, serê xwe li ber dijmin natewîne û kêfa dijminên Kurdistanê li Kurdan nayne. Pêşewa, di dadgehên Şahê Îranê de digot: “Wê tucarî destê we negihê bilindîya Ala Kurdistanê . Rojek bê wê ew ala li ser vê avahîya ku ez lê têm darizandi bê çikandin û pêl bide“.

Pêşewa Qadî Mihemed, Faris û bêbextîya Farisan baş nas dikir. Ji ber vê yekê di derbarê Farisan û dijminên Kurdistanê de şîretên pir watedar û Kurdewarî li Kurdan dikir. Qadî Mihemed, hem dadwer bû, hem serokê Komeley Jiyanewey Kurdistan (Nîsana 1945), damezrênerê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) û serokê Komara Mahabadê bû. Ew her weha wek yekem serokkomarê Kurd jî ket nav rûpelên dîroka Kurdistanê.

Qadî Mihemed, di 1900î de li bajarê Mahabadê ji dayik bû. Bi Mîna Qazî re zewivî bû, kurek û heft keçên wî hebûn. Mihemed, ji binemalek oldar û Kurdperwer bû.

 

 Qadî Mihemed, ji bo ku Kurd dijminên xwe baş binasin û êdî bi soz û peymanên wan neyên xapandin, qewîtîyek (wesîyet) li wan kiriye û bi vî awayî dest pê dike:

 

Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan.


Gelê min ê Kurd û birayên min ên hêja, gelê min ê zorlêkirî.

 Va ez di gavên herî dawîn yên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminatîya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş nefiroşin dijminan, dijmin tenê dixwaze karê xwe bi we biqedîne û qet bi we re dilovanîyê nake; tucarî we efû nake.

Dijminê gelê Kurd pir in. Zordest û ne dilovan in. Nîşana serketina her gel û neteweyekî hevgirtin û yekbûn e. Her gelê ku yekîtî û tebahîya wî nebe; ewê hertim li bin destê dijmin be. Tu tiştekî gelê Kurd ji gelên li ser vê erdê ne kêmtir e. Belkî hûn bi mêranî, egîdî û hêjatîya xwe ji gelên rizgarkirî li pêştir in jî.

Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgar bûne, mîna we ne. Lê belê yekîtîya wan hebû, divê hûn jî mîna gelên li ser erdê êdî bindest nemînin. Her bi yekbûn û xwe nefirotinê hûn karin rizgar bibin. Birayên min, êdî bi dijminan neyên xapandin. Dijminên Kurdan ji her reng û destek û neteweyekî bin jî, her dijmin e. Ne dilovan e, bê wijdan e û rehmê li we nake. Wê we bi hevdu bide kuştin, wê we temah bike û bi direw û xapandinê wê we bike dijminê hev. Ji dijminên gelê Kurd, dijminê Ecem ji tevan zalimtir, melûntir, xwedanenastir û zalimtir e. Ji dîroka kevnare û heta îro bi gelê Kurd re xerez û kîna wî ya kevnare hebû û heye jî. Temaşa bikin, binêrin, her ji Simayîl Axayê Şikak, ta Cewher Axayê birê wî, Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapandinê xelq ji pişt wan dan alî û pir bi nemerdî ew kujtin. Ew tev bi sond û Quranê xapandin. Di dirokê de kesî nedîtiye ku tenê carekê jî Ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibe û peymanên ku dane Kurdan pêk anîbin. Tevde direw û xapandin e. Vaye ez wek birayekî we yê biçûk, di riya xwedê de, ji bo xatirê xwedê ji we re dibêjim: Hev bigirin û ti carî pişta hev bernedin, piştrast bin. Ger Ecem hingiv bide we, bizanin ku jahr xistiyê. Bi sond û sozên direwên Eceman nexapin, ger hezar carî jî dest li Qurana pîroz bixin û soz bidin we, bi tenê niyaza wan xapandina we ye.

Va ez di demên dawî yên jiyana xwe de me, ji we re dibêjim û ji bo xatirê xwedayê mezin ez ji we re dibêjim. Bi can û tekoşîn, bi şîret û nîşandana riya rast; min ji we re xemsarî nekiriye. Niha jî di vê dem û rewşê de dîsa ji we re dibêjim, êdî bi Eceman nexapin û ji sond û dest li Quranê xistin, bi ahd û peymanên wan bawer nekin. Ji ber ne xwedê dinasin û ne jî ji xwedê û pêxember bawerin, ji roja qiyametê û hesab û kîtaban jî bawer nakin. Bila li cem wan hûn misilman bin jî, ji ber ku hûn Kurd in hûn sûcdar û mehkûm in. Hûn ji wan re dijmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e û wek xeza qebûl dikin. Soza min ne ew bû ez herim û we di destê van dijminên dilreş de bihêlim.

Şîret û qewîtîya min ew e, bila zarokên we bixwînin, ji ber tu tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e. Bixwînin ji bo hûn ji karwanê gelan paşve nemînin û tenê xwendin çeka kujer a dijminan e.

Piştrast bin û bizanin, ger tevahî û yekbûn û xwendina we baş be, hûnê pir baş bi ser dijminê xwe de serbikevin. Çênabe bi kujtina min û bi kujtina bira û pismamên min çavê we bitirse. Heta hûn digihên hêvî û meremên xwe, divê hê jî pir kesên din yên mîna me di vê rê de gorî bikin.

Piştrast im, piştî me wê pir kesên din jî her bi xapandin û durûtîyê ji holê bên rakirin.

Piştrast im, pir kesên ku piştî me jî bikevin xefikên xapandina Eceman; wê ji me zanatir û hêjatir jî bin. Lê belê hêvîdar im kujtina me ji dilsozên gelê Kurd re bibe pend û îbret.

Qewîtîyek min ya din ji we re ew e, her we çi ji bona serfirazîya gel kir, alîkarê we gel be, wê xwedayê mezin we biserbixe û wê alîkarîya we bike. Heye ku hûn bêjin lê çima ez serneketim?! Di bersivê de dibêjim: Bi xwedê kim, ez serketî me, çi nîmetek,çi serketinek ji wê yekê mezintir heye ku va ez niha di riya gel û welatê xwe de, ser û mal û canê xwe didim. Bawer bin min pir ji dil dixwest ger ez bimrim bi mêranî bimrim da ku di hizûra xwedê û resûlê xwedê û gel û welatê xwe de rûspî bim, ji min re ev serketin e.

Xweşdiviyên min, Kurdistan mala her Kurdekî ye. Wek endamên di malê de, her kesê ku  karekî dizane, wî karî bispêrin wî. Êdî mafê tu kesî tune ku hesûdiyê pê bike. Kurdistan jî her ew mal e, ger we zanî kesek li vê malê dikare karekî bike, dev jê berdin bila bike. Çênabe hûn keviran deynin ser riya wî û çênabe dilê we ji wê yekê bêşe. Ger karên mezin ketin ser milê yekî û ew kar bi rêve bir, diyare jê dizane û berpirsiyarîyên wî yên mezin jî li hember wê erkê hene. Piştrast be, birayê te yê Kurd her ji dijminê dilbikîn baştir e. Ger berpirsiyarîyên mezin li ser milê min nebûna, niha ez di bin darê sêdarê de ranediwestîyam. Lewra çênabe hûn bi hev re temahkar bin. Ger berpirsiyarîyên mezin di sitûyê min de nebûna, ezê jî niha di nava zarok û zêçên xwe de di xewa şirîn de bûma. Heke ez niha ji bo piştî çûyîna xwe şîretan li we dikim, ev jî yek ji berpirsiyarîyên di sitûyê min de ye. Ez piştrast im, ger yekî din ji we berpirsiyarîyên min bigirta ser xwe, niha ewê li şûna min di bin darê sêdarê de bûya. Ji bo razîbûna xwedê û li gor berpirsiyarîya di sitûyê xwe de, mîna Kurdekî xizmetkarê gel û di riya çakiyê de, min ev şîret li we kirin. Hêvîdarim ji niha pê ve pendan jê wergirin û dirust guhdariya şîretên min bikin. Bi hêvîya xwedayê mezin ku we li bember dijminên we biserbixe.

  1. Bila bawerîya we bi xwedê û tiştên ku ji cem xwedê tên, paraztina xwedê û pêxember (silavên xwedê lê bin) hebe, di pêkanîna erkên olî de xurt bin.
  2. Yekîtî û tevahîya di nava xwe de biparêzin, karê neqenc li hemberî hev nekin û temah nebin, bi taybetî jî di berpirsiyarîyê û xizmetê de.
  3. Xwendin û zanist û pileya zanyarîya xwe pêşve bibin, ji bo dijmin kêmtir we bixapîne.
  4. Ji dijminan bawer mekin, bi taybetî jî dijminên Ecem, ji ber bi çend awa û riyan Ecem dijminên we ne, dijminê gel û welat û ola we ne. Dîrokê selimandiye ku her û her ji Kurdan bi behane ne, bi kêmtirîn tawanê we dikujin û ji ber tu tawanan Kurdan efû nakin.
  5. Ji bo hin rojên jiyana bê qîmet ya vê dinê, xwe nefiroşin dijminan, ji ber dijmin dijmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye.
  6. Îxanetê li hev nekin, ne îxaneta siyasî û ne giyanî û malî û ne jî ya namûsî. Ji ber xiyanetkar li cem xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e, xiyanet li xiyanetkar vedigere.
  7. Ger yekî ji wê karibe karên xwe bê xiyanet pêk bîne, pê re alîkarî bikin, ne ji ber temahî û bexîliêyê li dijî wî derkevin, yan xwedê neke li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.
  8. Cihên ku min di qewîtînameyê de ji mizgeft û nexweşxane û dibistanan re nivîsandiye, hûn tev daxwaz bikin ji bo pêk bên û mifa jê bigirin.
  9. Hûn ji xebat û hewl û tekoşînê ranewestin, ji bo hûn jî mîna gelên din ji bin destê dijminan rizgar bibin, malê dinê ne tiştek e. Ger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem wê nîştimanê we jî hebe.
  10. Ez ne bawer im, heqê xwedê nebe, tu heqên din li ser min hebin. Lê belê ger we kesekî wisa dît ku kêm yan jî pir tiştekî wî li cem min mabe, bila biçe ji warisên min bixwaze û wergire.

Heta ku hûn hev negirin, hûnê bisernekevin. Zilm û zorê li hev nekin, ji ber xwedê pir zû zaliman ji holê radike û nabûd dike. Ew soza xwedê ya bê kêm û zêde ye, zalim dirûxe û nabûd dibe, xwedê tola zilmê jî hiltîne.

Hêvîdarim im hûn van gotinan têxin guhê xwe û xwedê we bi ser dijminên we de bi ser bixe, weke Sedî Kerem kiriye:

Muradî ma nesîhet bod û goftîm
Hewalet ba xuda kerdîm û reftîm

Ango: Merama me şîret bûn û me kir, me hûn spartin xwedê û em çûn.

Xizmetkarê gel û welat

Qadî Mihemmed

 

 

 

 

 


Ev nivîs 210916 car hatiye xwendin.