Li Afganistanê lêgerîna aştîyê
Bi dehê salan e ku Afganistan bûye qada şer û pevçûnan û di navbera hikûmet û Talîbanan de şer berdewam e. Çawa ku îro Sûrîye ji Rûsya û Amerîkayê re bûye qada desthilatdarî û hikimdarîyê, li Afganistanê jî heman siyaset û polîtîka hatibû meşandin. Ji wê rojê û heta îro Afganistan rojên xweş û aram nedît û îro jî şerê di navbera hikûmeta Afganistanê, Amerîka, hêzên navnetewî û Talîbanan de didome.
Herî dawîn Serokê Dewleta Afganistanê Eşref Ganî, gavek erênî avêt û ji bo hevdîtinên aştî û rawestandina şer pêşniyazek ji Talîbanan re bir. Lê rêxistina Talîban ev pêşniyaza Eşref ganî paşde vegerand û çima ku leşkirên biyanî li Afganistanê ne ev pêşniyaz qebûl nekir.
Serokê Afganistanê Eşref Ganî, li Kabîlê di konferansa navnetewî ya aştîyê de pêşniyaza agirbes û soza avêtina gavên demokratîk pêşkêşî rêxistina Talîban kir. Ganî, bi ser ku rêxistina Talîban ji bo konferansê nehatibû vexwendin û beşdarî konferansê nebûbû, got ku “ heke Talîban destpêkirina pêvajoya aştîyê qebûl bike, ewê Talîban ji alî wan ve wek “grûpek siyasî“ bê naskirin û heke bê xwestin ewê makzagonê jî biguherin“.
Li gor daxuyanîyên beşdarên konferansê, sedema ku desthilatdarîya Afganistanê pêşniyaza destpêkirina hevdîtinên aştîyê pêşniyazî rêxistina Talîban kiriye, zixtên civaka navnetewî ye. Li gor dîplomatên ku beşdarî konferansê bûne, dewletên rojava êdî ji yarmetî û alîkarîya ku bi hikûmeta Afganistanê re dikin westîyane. Ev alîkarîya ku ji alî dewletên rojava ve tê kirin êdî li ser pişta hemwelatîyên wan welatan wek barekî giran disekine û ji ber vê yekê jî, divê hikûmeta Afganistanê bi rêxistina Talîban re li rêyên hevdîtin û çareserîyê bigere da ku welatên rojava jî karibin ji bin vî barê giran derkevin.
Serokê Afganistanê Eşref Ganî, di konferansê de bang li rêxistina Talîban kir û got: “Biryardayîn di destê we de ye. Aştîyê qebûl bikin. Werin ser maseya mizakereyê, werin em welat bi hev re ava bikin“.
Piştî banga Eşref Ganî bi çend demjimêran, rêxistina Talîban bi rêya înternetê bersiva Ganî da û got: “Pêşniyazên Eşref Ganî bêguman maqûl in, di axavtina wî ya ji bo aştîyê de gelek pêşniyazên maqûl hene. Lê belê ji bo ku em karibin dest bi hevdîtinên aştîyê bikin, divê leşkirên biyanî terka Afganistanê bikin û Ganî di axavtina xwe de behsa vê yekê nekiriye“.
Li gor Talîban, ji bo ku herdu alî karibin dest bi hevdîtinên pêvajoya aştîyê bikin, divê leşkirên dewletên biyanî ji Afganistanê derkevin.
Piştî bersiva rêxistina Talîban, di encamnameya konferansê de hat diyarkirin ku ewê karibin li ser hebûna leşkirên biyanî yên li Afganistanê jî nîqaşê bikin û fitûyek ji destpêkirina hevdîtinan re hat derxistin.
Z.B
Ev nivîs 210796 car hatiye xwendin.