Li Almanya hejmara biyanîyan 10 milyon derbas kir
Almanya welatê herî mezin e ku koçber û penaber xwe lê digrin û dixwazin lê bijîn. Di nav welatên Yekîtîya Ewrûpayê de welatê ku herî zêde biyanî lê dijîn, Almanya ye. Zêdebûna biyanî, koçber û penaberan helbet pirsgirêkên wek bêkarî, peydakirina xanîyan û kêmkirina mûçeyan jî bi xwe re tîne. Bi zêdebûna biyanîyan re karmend bi nîvê heq karkiran dixebitînin, wan wek karkirên demkî bi kar tînin û ev yek jî serê gelek Alman û biyanîyên xwedî pîşe dêşîne.
Li gor agahdarî û berhemên Daîreya Îstatîstîk a Federal, li Almanya di 2017an de hejmara biyanî, koçber û penaberan bûye 10 milyon û 600 hezar kes. Di zêdebûna vê hejmarê de bi taybet koçberên Polonya, Romanya û Bulgaristanê di rêza yekem de cîh distînin. Piştî ku ev welat bûn endamê Yekîtîya Ewrûpayê û derî ji wan re hatin vekirin, Almanya tije Polon, û bi taybet jî qereçîyên Roman û Bulgar bûn.
Z.B
Ev nivîs 210787 car hatiye xwendin.