Li dijî Artêşa Azad derketin kolanan

Peyama Kurd / Hêzên Tirkîyê û grûpên pêve girêdayî yên wek Artêşa Azad a Sûrîyê, li Efrînê zilm û zora li ser xelkê didomînin. AAS li Efrînê digre ser malên xelkê, hebûnên wan ji wan distîne û dest datîne ser mal û milkê wan.

Endamên Artêşa Azad a Sûrîyê, li Efrînê girtin ser mala doktorekî bi navê Samî el-Ferec û xwestin dest deynin ser mal û milkê wî. Piştî ku Doktor Ferec qebûl nekir û li ber xwe da, endamên AAS ew kujtin û ev yek jî bû sedema nerazîbûna xelkê Efrînê.

Xelkê Efrînê, ji ber kujtina Doktor Ferec û li dijî zilm û zora AAS daketin kolanan û li ber xanîyê Doktor Ferec AAS şermezar û rûreş kirin.

 


Ev nivîs 210752 car hatiye xwendin.