Li Efrînê 3 endamên Partîya Pêşverû hatin girtin
Peyama Kurd / Li Rojavayê Kurdistanê ji alîyekî asayîşa PYD Kurdên mixalif digre û direvîne, ji alîyê din grûpên çekdar yên girêdayî Tirkîyê wan digre û direvîne. Çawa ku li Bakurê Kurdistanê Kurd di navbera Xelo û Celo de asê mane, li Rojava jî heman tişt e.
Grûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê li Efrînê zixt û zordarîya li ser Kurdan didomînin.Grûpên ku heta bi daristanên Efrînê jî dişewitînin û malên Kurdan talan dikin, vê carê jî 3 endamên Partîya Demokrat a Pêşverû ya Kurdên Sûrîyê (Pêşverû) girtin û aqûbeta wan ne diyar e.
Polîtburoya Pêşverû, bi daxuyanîyekê da zanîn ku 3. vê meha Tîrmehê grûpek çekdar li Efrînê 3 endamên wan yên bi navê Hişmend Menan Şêxo, Ebdulhemîd Ehmed Silêman û Necîb Mihemed Ebdo bê binçav kirine û aqûbeta wan ne diyar e.
Polîtburoya Pêşverû, di daxuyanîya xwe de daxwaza berdana endamên xwe kir û ji Tirkîyê daxwaz kir ku li gor yasayên navnetewî bi erkên xwe rabe û jiyana hemwelatîyên li Efrînê biparêze.
Ev nivîs 210782 car hatiye xwendin.