Li Sûrîyê destê kê di bêrîka kê de ye?

Peyama Kurd/Nûçe Analîz: Mijara Sûrîyê û şerê li Sûrîyê mijarek pir aloz û tevlihev e. Sûrîye ji dewletên mezin û erkdar ên cîhanê re bûye qada desthilardarî û hikimdarîya Rojhilata Navîn. Herweha Sûrîye ji wan dewletên super û hevkarên wan re bûye hol û qada Şerê Sêyemîn ê Cîhanê. Û di kok û binyata vê pirsgirêk û vî şerê cîhanî de jî bêguman bandora Kurdan û pirsa Kurdistanê rol û erkek sereke dilîze. Kurd di herêmê de hêz in, şerkir û canfeda ne û Kurd li kêleka kê bin, serkeftina herêmê jî kêm zêde ya wan e.

Li Sûrîyê tenê rejîma Esed û grûpên mixalif şerê hev nakin. Di vî şerî de ji ber sedemên stratejîk, leşkirî, aborî, olî û gelek sedemên din gelek dewlet beşdarî şer dibin, rasterast yan jî veşartî şerê hev dikin. Rejîma Esed, grûpên mixalif, Kurd, Îran, Amerîka û hêzên hevpeyman, Rûsya, Îsraîl, Hizbûllah û grûpên tungrew yên alîgirên Îranê, grûpên Sunne û alîgirên S. Erebistanê, ÎŞÎD, Tirkîye û grûpên pê ve girêdayî û wekî din. Ev tev îro aktor û lîztikvanên şerê Sûrîyê ne. Gava rewş bi vî awayî aloz û tevlihev be jî, bêguman siyaseta herêê jî rojane tê guhertin û kes nizane bê destê kê di bêrîka kê de ye, kî dostê kê ye û kî îro dost û sibê neyar e.

Îran û rejîma Tehranê ji roja roj de dost û piştgirê rejîma malbata Esed e. Herdu alî jî Alewî ne û têkilîya wan hê ji dema Hafiz Esed dest pê dike. Piştî derketina alozî û şerê li Sûrîyê, dewleta ku Beşar Esed û rejîma wî heta sala 2015an li ser lingan hişt, Îran û Tehran bû. Îranê bi her awayî, malî, çekdarî, artêşî û îstîxbaratî, piştgirîya rejîma Esed kir. Piştî 2015an Rûsya jî xwe berda qada şer û bû şirîk û piştevanê rejîma Esed. Ji roja roj de hevkarîya Îran û Sûrîyê li ser sê xalan hatibû avakirin. Li Rojhilata Navîn kêmkirina nifûsa Amerîkayê, jarkirin û ji taqatxistina Îsraîlê, û rêlibergirtina daxwazên Saddam Hisên. Saddam Hisên hat îdamkirin û xalek ji peymana Îran û Sûrîyê nema. Lê herdu xalên ku dijminatîya Amerîka û Îsraîlê dikin, îro jî di rojev, plan û projeyên herdu dewletan de ne.

Rûsya tam di dema ku wê Beşar Esed şerê navxweyî wenda bike û têk biçe, ket dewrê û jê re bû bav. Rûsya di 2015an de desteka leşkirî da rejîma Esed û heta îro ew li ser lingan hişt. Her çiqasî Rûsya bi mahne û xwedêgiravî sedema şerê li dijî terorê daket qada şer jî, lê di bingeha xwe de şerê mixalifên rejîma Esed kir. Bi daketina qada şerê Sûrîyê, Pûtîn û Kremlîn xwestin qeyrana ku li Ukraynayê jiyabûn bidin ji bîr kirin û di qada navnetewî de Rûsyayê rûspî bikin. Rûsya heta bi îro jî qet dijberîya rejîma Esed û li dij bikaranîna wê ya çekên kîmyewî derneket. Di Konseya Ewlekarîya Yekîtîya Milletan de Rûsya 12 caran biryarên ku di derbarê şerê Sûrîyê de hatibûn dayîn veto kirin, û îro jî li dijî Amerîka û dewletên Rojava piştpalî û bavîtîyê ji rejîma Esed re dike.

S.Erebistan, Tirkîye, Îsraîl, Amerîka û hevpeymanên wê

Navbera S. Erebistan û Îranê ji 2003an ve ne xweş e. S. Erebistan, li herêmê ji xurtbûna nifûsa Îranê û nêzîkbûna wê û Şamê aciz û dilgiran e. S. Erebistan, ji 2011an ve alîkarî û piştgirîyê dide mixalefeta Sûrîyê, dixwaze hikimdarîya rejîma Esed birûxîne û rejîmek Sûnne û nêzîkî xwe bîne ser desthilatdarîyê. Ji ber vê yekê jî, hem aborî hem jî çekdarî alîkarî û piştgirîyek mezin da kom û grûpên cîhadî.

Tirkîye û Erdogan dostên Beşar Esed bûn. Lê piştî destpêkirina şerê Sûrîyê û destkeftîyên li Rojavayê Kurdistanê, helwest û dostanîya Tirkîyê û Erdogan li hember malbat û rejîma Esed hat guhertin. Tirkîyê pişta xwe da Esed û bi sedema destkeftîyên Kurdên Rojava û tirsa damezirandina Kurdistanê, xwest ew jî bibe lîztikvanek ji yên şerê Sûrîyê û di pêşeroja nû ya Sûrîyê de bibe xwedî gotin. Ji xwe Tirkîye yek ji rawestgeh û derîyên grûpên tundrew yên wek Nûsra, El Kaîde û ÎŞÎDê bû. Alîkarî û piştgirîya Tirkîyê ya ji bo van grûpên terorîst gelek caran di çapemenîya Tirkîyê û cîhanê de hat piştrastkirin. Tirsa yekem a dewleta Tirk li Sûrîyê damezirandina Kurdistanek serbixwe û korîdora heta bi Derya Spî bû. Bi dagîrkirina Efrînê Tirkîye xwest hem rê li ber yekîtîya kantonên Rojava bigre, hem jî korîdora Derya Spî asteng bike. Ji ber vê yekê jî, grûpên ku berê alîkarîya wan dikir, di şerê Efrînê de ji bo berjewendîyên xwe bi kar anîn û carek din eşkere bû ku piştpal û desteka li pişt grûpên terorîst, Tirkîye ye. Bi dagîrkirina Efrînê û siyaseta Erdogan re navbera Tirkîyê û hevkarên wê yên NATOyê jî xirab bû û Tirkîye kêm zêde ji NATOyê hat îzolekirin û bi tenê ma. Evê tenêbûnê hişt ku Rûsya çengelê xwe bavêje Tirkîyê û wê bi xwe ve girêde. Li alîyê din, bi dagîrkirina Efrînê re Tirkîye dixwaze di pêşeroja Sûrîyê de bibe xwedî gotin û xewn û xeyalên xwe yên Împaratorîya Osmanî xurttir bike.

Îsraîl di şerê Sûrîyê de hem aktor û lîztikvan e, hem jî di rewş û qada herî xeter de dijî. Şik û gumana herî mezin ya ku Îsraîlê ditirsîne, Îran e. Îran hem li Sûrîyê û hem jî  bi rêya Hizbûllah a Lubnanê dor li Îsraîlê pêçaye. Mihafizên Şoreşa Îranê û milîsên Îranê li Sûrîyê tije bûne. Gava ev hemû dikevin ser hev, cîh li Îsraîlê teng dibe û ji çar alîyan ve xeterî li ser hebûna wê çêdibe. Ji bo ku Îsraîl rê li van plan û projeyên tunekirina Îsraîlê bigre, ji 2011an ve nêzîkî 100 êrîşên hewayî  biriye ser baregehên Îran û Hizbûllahê. Ji bo Îsraîlê xeterîya herî mezin ya li Sûrîyê Îran û hebûna Îranê ye. Ji bo ku rê li ber xeterîya Îran û Tirkîyê bigre jî, Îsraîl mecbûr e û mecbûr dimîne ku piştgirîya Kurdistanek serbixwe bike. Di gotinê de bimîne jî, Îsraîl piştgirîya dewleta Kurdistanê wek qoz li hemberî Îran, Tirkîye û Sûrîyê bi kar tîne.

Di Rojhilata Navîn a aloz û nakok de barê giran dikeve ser milê Amerîka û hêzên hevpeymanên wê. Lê dixuye ku Amerîka û hevpeymanên wê di derbarê rewşa herêmê de ne xwedîyê stratejîyek bi rêk û pêk in. Bi taybet bi hatina Donald Trump re siyaset û polîtîka Amerîkayê ji rêya xwe derketiye, rota xwe şaş kiriye û kes nizane wê li ku û li ser çi binyatê bisekine. Belkî jî Trump û Amerîka naxwazin li Sûrîyê rolek berbiçav bilîzin û bi serêşandinek piçûk ji Sûrîyê vekişin. Lê terikandina xaka Sûrîyê û derketina Amerîkayê di serî de wê bi kêrî Rûsya, Îran, Tirkîye, Sûrîye û Iraqê bê û wê rêz, qedir û giranîya Amerîkayê jî ji kokê de bihejîne. Ji ber ku Serokê Amerîkayê Trump bazirgan e ne xwedîyê siyasetek rûniştî ye, kes nizane wê îro çi bêje û sibê çi biryarê  bide. Berî demekê got emê artêşa xwe ji Sûrîyê vekişînin, îro zirt û gefên şer li Rûsya û Sûrîyê dixwe.

Bêîstîqrarîya siyaseta Trump bêguman ziyanek mezin dide Kurdan jî. Bêdengîya ku Amerîkayê li hember xiyaneta Kerkûkê û radestkirina Efrîn û Şingalê nîşan da, nîşana wê yekê ye ku siyaseta Amerîka û bi taybet jî ya Serok Trump rota xwe şaş kiriye û nizane wê çi bike û çi neke. Di vir de ya girîng ev e ku Kurd li berjewendîyên xwe bigerin, ji bo wan çi û kî baş bin, kî piştgirîya berjewendîyên wan yên netewî bikin,  silavê li wan bikin û li ser sifra wan rûnin. Dostanî di rojên teng de xuya dibe, di rojên firehîyê de ji xwe herkes kurê bavê xwe ye…


Ev nivîs 210791 car hatiye xwendin.