Macron: Emê tucarî piştgirîya dagîrkerîya Tirkîyê nekin
Êrîşên Tirkîyê û dagîrkirina Efrînê ji alî tukesî ve nayê qebûlkirin. Rayedarên dewletên Yekîtîya Ewrûpayê yeko yeko daxuyanîyan li dijî Tirkîyê û Erdogan didin û nerazîbûna xwe nîşan didin.
Serokkomarê Fransayê yek ji wan e ku Tirkîyê rexne dike û hetta wê wek „dagîrker“ bi nav dike.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, di derbarê Efrînê de axivî, got ku ewê pirsa Efrînê di civîna serokdewletên Yekîtîya Ewrûpayê de biaxivin û got: “Di welatekî serbixwe wek Sûrîyê de emê tucarî dagîrkerîyê qebûl nekin“.
Macron, anî zimên ku biryara agirbestê ya Konseya Ewlekarîya Yekîtîya Milletan ji bo herkesî derbas dibe, Rûsyayê jî piştgirî daye wê biryarê û ewê tucarî binpêkirina wê biryarê qebûl nekin.
Z.B
Ev nivîs 210778 car hatiye xwendin.