Macron: Heke delîl têkevin destê me, emê êrîşî Sûrîyê bikin
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, li Parîsê bersiva pirsên rojnamevanan da.
Macron, di derbarê rejîma Beşar Esed û bikaranîna çekên kîmyewî de bersiva pirsên rojnamevanan da û got: “Heke rejîma Beşar Esed li hemberî xelkê sivîl çekên kîmyewî bi kar anîbe û delîla vê yekê têkeve destê me, emê êrîşî Sûrîyê bikin“.
Macron, anî zimên ku heta niha di derbarî bikaranîna çekên kîmyewî de tu delîl û belge neketine destê îstîxbarat û artêşa Fransayê û got: “ Di derbarê çekêm kîmyewî de xetên me yên sor kifş in û em carek din xan xetên sor disediqînin. Heta niha îstîxbarata me û artêşa me delîla ku çekên kîmyewî li hember xelkê sivîl hatine bikaranîn bi dest nexistine. Lê ku delîlek têkeve destê me, wek Fransa emê bêdeng nemînin li baregehên wan çekên kîmyewî bidin“.
Z.B
Ev nivîs 210801 car hatiye xwendin.