Mahmûd: Armanca me paraztina Sûrîyê ye
Zêdeyî 10 hezar Pêşmergeyên Roj li Başûrê Kurdistanê amade ne ku derbasî Rojava bibin û Rojavayê Kurdistanê biparêzin. Lê ne PKK, ne jî PYD û YPG vê yekê naxwazin. Li şûna ku rê ji Pêşmergeyên Roj re vekin û alîkarîyê ji brayên xwe bixwazin, radibin alîkarîyê ji rejîmên dagîrkerên Kurdistanê dixwazin û xewn û xeyalên ku li Şingal û Kerkûkê têk birin, dixwazin li Efrînê jî têk bibin.
Li ser daxwaza YPG, artêşa Sûrîyê derbasî Efrînê bû. Çawa ku Kerkûk bi xiyanetek mezin radestî artêşa Iraq û Îranê hat kirin, Efrîn jî bi heman armancê pêşkêşî rejîma Esed û Îranê tê kirin û aqûbeta Şingal û Kerkûkê li Efrînê xwe dubare dike.
Her çiqasî PYD û YPG wek fermî bi PKK ve ne girêdayî bin û Amerîka dixwaze PYD û YPG wek partî û rêxistinên cuda nîşan bide jî, lê di fikar, mejî, daxwaz û helwestên xwe de rasterast bi PKK ve girêdayî ye û xeta wê dimeşîne. Rakirina navê Rojavayê Kurdistanê, dijminatîya PDK, Barzanî û Pêşmergeyên Roj nîşan û neyartîyên herî berbiçav in. Ev neyartîya Kurdistanî di alîkarî û hevkarîya YPG û artêşa rejîma Sûrîyê de carek din xwe dubat kir.
Di vê derbarê de Berdevkê YPG Nûrî Mahmûd, anî zimên û got: Armanca me li dijî dagîrkerîyê paraztina Sûrîyê ye.
Yanî, Nûrî Mahmûd û YPG dixwazin bi artêşa rejîma Beşar Esed re xaka Sûrîyê biparêzin da ku Sûrîye parçe nebe.
Nûrî Mahmûd û YPG bi vê yekê carek din dupat dikin ku ew ne Kurdistanî ne, parêzerên rejîma Sûrîyê û Îranê ne û tu ferqa radestkirina Efrînê, Şingalê û Kerkûkê ji hev tuneye.
Z.B
Ev nivîs 210818 car hatiye xwendin.