Meriv nikare li Qendîlê rûnê û tevgera Kurd têxe asêgehê
Yek ji damezrênerê AKP û wekîlê HDP torinê Şêx Seîd Dengîr Mîr Mehmet Firat, hevpeyvînek bi rojnamevan Fîgen Guneş re kir û behsa rewşa Efrînê û şerê xendekan kir.
Firat, di hevpeyvîna xwe de bal kişand ser êrîşên Tirkîyê û rewşa Efrînê û nimûneya Amerîka û Vîetnamê da. Li gor Firat, Amerîka jî dewletek xurt bû, lê li Vîetnamê têk çû. Ji ber vê yekê jî, her çiqasî Tirkîye dewletek mezin be û duyemîn hêza xurt a NATOyê be jî, dibe ku Efrîn jî ji Tirkan re bibe Vîetnam û aqûbeta Vîetnamê bê serê Tirkîyê.
Li gor Firat, sedema êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê du tişt in. Yek jê dewleta Tirk Efrînê wek herêmek piçûk û bêhêz dibîne, bawere ku ewê pir hêsan Efrînê dagîr bike, ya duyem jî Tirkîye naxwaze ku Kurd bi rêya Efrînê xwe bigihînin Derya Spî.
Li gor Firat, Tirkîye ji niha ve li Efrînê teqinî ye û nikare li Efrînê pêşde biçe û dibêje: “Li gor min jî wê Efrîn bibe Vîetnama Tirkan. Belkî hêza Tirkîye bibe hakimê Efrînê, lê Amerîka jî li Vîetnamê bihêz bû. Hêza berxwedanê li Efrînê heye. Dibe ku Tirkîye li Efrînê hêzek mezin wnda bike. Efrîn ji bo hikûmeta Erdogan destpêka têkçûnê ye“.
Firat, siyaseta partîya xwe HDP û PKK jî rexne kir û anîye zimên ku “heta niha siyasetek wê ya aqilane tunebû. Divê siyaset azad û serbixwe be. Ev herdu jî li men me tunebû“ û dibêje: “ HDP ji %13 deng wergirt û 80 wekîl derxist. Ev hêzek mezin û girîng bû. Dikare têkilî û hevdîtinên we bi yên çiyê re hebe, hûn karin bi hev re biaxivin, dan û stendinan bikin. Lê hûn nikarin fermanan bidin me û li ser navê me biaxivin. Divê kadroyên çiyê û kadroyên parlamentoyê ji hev cuda bin. Meriv nikare li Qendîlê rûnê, wek mijara xendekan tevgera Kurd têxe asêgehê û hesab nede. Li bajarên Kurdan jî heman nexweşî heye, divê partî (PKK) hikimdarîyê li şaredarîyan neke. Siyaset midaxale û destêwerdan ji derve qebûl nake. Ji ber vê yekê, niha makîneya siyaseta Kurd xirabe ye“.
Mîr Mehmet Firat, di dawîyê de behsa xeletîya şerê xendekan û xerckirina Serokê HDP Selahattîn Demîrtaş jî dike û dibêje: “ Bi dehan xort di xendekan de hatin kujtin, tu fêda wê çênebû. Wê demê ez û Selahattîn demîrtaş çûn Colemêrgê, em li her derê axivîn. Me şîret li xortan kir ku dev ji çekan berdin û li şûna wan çi ji destê me bê emê bikin. Ez bawerim ji ber van gotinan Selahattîn Demîrtaş ji siyasetê dûr xistin û kesî guhdarîya wî nekir. Me şer anî xist nava bajaran, me şer anî ber devê derîyê xwe. Ma şerê bajaran rehet e ? Cîhekî bi navê Şirnex, Cizîr, Amed nehiştin. Ev rastîyek e. Lê gava hûn van dibêjin, hûn di çavên wan de dibin qirdik“.
Z.B
Ev nivîs 210814 car hatiye xwendin.