Merkel: Em beşdarî êrîşên hewayî nabin
Serokwezîra Almanya Angela Merkel, da zanîn ku heke hat û êrîşek hewayî li dijî Sûrîyê pêk hat, wê Almanya beşdarî êrîşên hewayî nebe.
Angela Merkel, berî niha piştgirî dabû Helwesta Amerîka û Fransayê û hat fêhmkirin ku wê Almanya jî beşdarî êrîş û operasyonên hewayî yên li dijî Sûrîyê bibe. Lê Merkel, eşkere kir ku piştgirîya wan tenê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ye û mebesta wan ne ku beşdarî operasyonên hewayî bibin.
Merkel, li Berlîna paytext, piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Danîmarkayê Lars Lokke Rasmussen re derket pêşberî çapemenîyê û axivî. Merkel, anî zimên û got: “Em bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin. Di derbarê qedexekirina bikaranîna çekêm kîmyewî de em piştgirîya Konseya Ewlekarîya Yekîtîya Milletan û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî dikin. Lê wek Almanya emê beşdarî êrîşên hewayî yên li dijî Sûrîyê nebin. Ji xwe halîhazir di vê derbarê de tu biryarek jî nehatiye girtin“.
Z.B
Ev nivîs 210779 car hatiye xwendin.