Mislim: Herkes li dû berjewendîyên xwe ne
Peyama Kurd / Prof. Dr. Mustafa Müslim ( Brayê Hevserokê PYD Salih Mislim) ji çapemenîyê re behsa rewşa Sûrîyê û kesên ku dibêjin „em dostên Sûrîyê ne“, kir.
Mislim, anî zimên ku ew kesên dibêjin em dostên Sûrîyê ne ne dostên Sûrîyê ne û ew li dû berjewendîyên xwe ne û got: “Kes û hêzên ku beşdarî şer û pirsgirêkên nava Sûrîyê bûne li dû berjewendîyên xwe ne. Hinekan pere dan û hinekan jî çek û sîleh dan wan hêzan. Hinekan jî bi peran hinek hêz kirîn û ew ji bo armancên xwe dan şerkirin. Li Sûrîyê êdî di nava xelkê de tu hikimdarî û meşrûtîyeta Beşar Esed nemaye. Heke ne ji balafirên Rûsyayê bûya, niha ji zû de dawîya Esed hatibû. Esed bi xwe jî xulamek e, tiştek di destê wî de tuneye. Her tişt di destên dewletên mezin de ye. Her çiqasî Amerîka, Fransa, Brîtanya û Almanya dibêjin em dostên Sûrîyê ne jî, herkes li dû berjwendîyên xwe ne “.
Prof. Dr. Mustafa Müslim, behsa malbata Esed jî kir û got: “Hafiz Esed 50 salî zilm û zor li xelkê Sûrîyê kir. Piştî ku di salên 1970î de desthilatdarî xist destê xwe, temamê burokrat û leşkirên ku Sunnî bûn ji kar dûr xistin û her tişt xist destê Alewî û Nûsayrîyan. Ji derveyî fikra xwe tu mafê jiyanê nedida fikrên cuda. Bi vî awayî xelkê Sûrîyê kîn û nefreta 50 salî di dilê xwe de veşart. Her çiqasî Beşar Esed di destpêkê de xwest hinek reforman bike jî, kesên li dora wî zixt û gef lê kirin û piştre wî jî zilm û zordarîya ku bavê wî dikir berdewam kir “.
Prof. Dr. Mustafa Müslim, kesekî oldar e û dijberê brayê xwe Salih Mislim e.
Z.B
Ev nivîs 210795 car hatiye xwendin.