Mislim: Li Kurdistanê pêwistîya me bi yekîtîyê heye
Hlbet ziman bê hestî ye û hema bêjin temamê Kurdan behsa pêwsitîya yekîtîyê dikin. Lê çi hikmet be ew yekîtîya ku dibêjin, tenê di rojên teng de tê bîra wan. Piştî ku cîh li wan fireh bû, ne yekîtî dimîne, ne jî brayetî. Dijminatî û rikberî çûna yekîtî û brayetîyê digre û dîsa herkes hespê xwe wek ku dixwaze dajo.
Helbet yekîtî girîng e, pêwist e û stûna serketina Kurd û Kurdistanê ye. Heke yekîtîyek rasteqîn û Kurdistanî di nava Kurdan de hebûya, ne Kerkûk û Şingal diket destê dijminan, ne jî kesî wêrîbû êrîşî Efrînê bike. Heke rê ji Pêşmergeyên Roj re bihata vekirin û wek ku li Kobanê bû pêşmerge derbasî herêma Efrînê bibûya, wê îro rewşa Efrînê cuda bûya. Lê nebû û xuyaye nabe jî. Her çiqasî gotinên yekîtî û yekîtîyê bi meriv xweş tê jî, lê di rastîyê de nêta tukesî tuneye ku bibin yek.
Di derbarê Rûsya û êrîşên ser Efrînê de kevneserokê PYD Salih Mislim ji çapemenîyê re axivî. Mislim, da zanîn ku Tirkîye û Rûsya li ser Efrînê lihev kirine û gava Rûsya ji Efrînê derketiye, ew agahdar nekirine.
Salih Mislim, li bajarê Qamişlo beşdarî bernameya Kurdistan24 bû û axivî.
Mislim, da zanîn ku xelk li pişta wan e, wek Kobanê ewê li Efrînê jî li ber xwe bidin û got: “ Hevkarîya me ya bi koalisyoê re berdewam e. Heke hesabê Tirkîyê li Minbiçê hebe, hesabê me jî heye. Em ji tu dewletê daxwaza paraztina xwe nakin. Em bawerîya xwe bi xelkê xwe tînin“.
Salih Mislim, behsa Kongreya Netewî jî kir û got: “Heke Kongreya Netewî pêk bihata, belkî bûyerên li Kerkûkê rû nedabûna. Li seranserê Kurdistanê pêwistîya me bi yekîtîyê heye. Dijminên me kifş û eşkere ne“.
Mislim, bal kişand ser hevkarî û têkilîyan jî, anî zimên ku derîyê wan (PYD) ji herkesî re vekirî ye û got: “ Heta niha jî me negotiye ku em dixwazin ji Sûrîyê veqetin. Me got ku em di nav sînorên Sûrîyê de federasyonê dixwazin“.
Z.B
Ev nivîs 210817 car hatiye xwendin.