Mixalefet doza ambargoyê li hikûmeta Alman dike

Hikûmeta Alman di dema şer û dagîrkirina Efrînê de tank û çekên giran firotibû Tirkîyê û Kurdên Efrînê bi wan tank û çekên Alman hatin kujtin. Firotina çekan a ji bo Tirkîyê ji alî partîyên mixalif ve bi tundî hat rexnekirin û partîyên mixalif naxwazin dewleta Alman çekan bifroşe Tirkîyê û doza danîna ambargoya çekan li hikûmetê dikin.

Di vê derbarê de Wekîla Serokê Grûpa Partîya Çep Sevîm Dagdelen, anî zimên û got: “ Dema Tirkîyê û terorîstên Artêşa Azad a Sûrîyê li Efrînê bi tankên Alman Leopard 2 Kurd dikujtin, hikûmeta Alman bi Tirkîyê re peymanên çekfirotinê îmza dikirin. Di dema êrîşên ser Efrînê de hikûmeta Alman û Tirkîyê bi 4 milyon û 400 hezar Euro peymana çekfirotinê çêkirin. Ev nayê qebûlkirin”.

Ji Partîya Alternatîf a rastgir (AFD) Steffen Kotê, di derbarê firotina tank û çkan re hikûmeta Alman rexne kir. Kotrê, di axavtina xwe de anî zimên û got: “Almanya si sanayîya paraztinê de xwedîyê teknolojîyek bilind e. Bi firotina tankên Alman Leopard 2 fersend ji Tirkan re tê dan ku Tirk li ber tankên Alman tankên xwe yên bi navê Altay çêkin û teknolojîya ku Almanya bi kar tîne, kopî bikin. Şîrketa paraztinê ya Alman ”Reinmetall” niha dixwaze li Tirkîyê xwe bide ber barê çêkirina tankên Altay. Ev tê wateya firotina teknolojîya Alman û ev li dijî berjewendîyên Almanyayê xiyanet e. Em dixwazin hikûmeta Alman rê li ber vê yekê bigre. Dewleta Tirk hiqûqa navnetewî binpê kir û êrîşî Efrînê kir. Tirkîye ji alî mirovekî otokrat ve tê birêvebirin û li Tirkîyê mafê mirovan, azadîya raman û medyayek azad nemaye. Em dixwazin ku hikûmeta Alman ambargoya çekan deyne ser Tirkîyê”.

Li ser navê Partîya Demokratên Hur (FDP) Sandra Weeser, heman helwest anî zimên, di dema şer de firotina çekan rexne kir û got: ”Bi ser ku êrîşa Tirkîyê ya li ser Efrînê binpêkirina hiqûqa navnetewî bû jî, hikûmeta Alman demek dirêj rê da ku tank û çekan bifroşin Tirkîyê. Ev ne rast e”.

Şirîkê koalisyona hikûmeta Alman Partîya Sosyal Demokrat (SPD) xwedî li firotina tank û çekan derket. Li ser navê SPD Florîan Post, anî zimên ku Tirkîye hevkarê NATO ye û got: ”Her çiqasî em ji siyaseta navxweyî ya Tirkîyê gumanbar bin jî, ewê wek hevkarekî NATO bimîne. Helbet hevkarîya wê ya di NATO de di berjewendîya me de ye. Di pêşerojê de heke Rûsya çekan bifroşe Tirkîyê, evê ne di berjewendîya me de be”.

Z.B


Ev nivîs 210772 car hatiye xwendin.