Netanyahû: Emê Îranê rawestînin

Li Rojhilata Navîn bandora siyaseta Îranê li ser gelek welata dibe. Îran desttêwerdanan di gelek welatan de dike û ev yek ji Amerîka, Îsraîl, Yekîtîya Ewrûpa û dewletên sunnî yên Ereb re xeterîyek mezin e. Bi taybet ji Îsraîlê re herî xeter e. Pêşketina Îranê ya li Iraq, Sûrîye, Lubnan û Filistînê tê wateya dorpêçkirin û fetisandina Îsraîlê û hetta tunekirina wê. Ji ber vê xeterîya mezin, rêlibergirtin û rawestandina pêşketina Îranê ji bo Îsraîlê erkek mezin û erka man û nemanê ye.

Di vê derbarê de Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû, di hevdîtina bi Donald Trump re anî zimên ku “Îran împaratorîyek êrîşkar ava dike“ û got: “Divê em Îranê rawestînin û emê rawestînin jî“.

Netanyahû, di derbarê pêşketina Îraê de nexşeyek nîşan da û destnîşan kir ki li Rojhilata Navîn bandora Îranê li ser gelek welatan bûye û Îran di gelek welatan de desttêwerdanan dike.

Z.B


Ev nivîs 210793 car hatiye xwendin.