Netanyahû: Kesê Kurdan dikuje nikare banga nirx û exlaq li me bike
Serokkomarê Tirkîyê Erdogan, ne cara yekem e, gelek car in ku Îsraîlê wek dewletek terorîst bi nav dike û ji Îsraîlê re dibêje “ dewleta terorê“.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî li hember Erdogan bêdeng namîne û bersiva wî dide.
Netanyahû, cara duyem bersiva Erdogan da û bi rêya Twîtterê got: “Erdogan, hînî wê yekê nebûye ku kesek bersiva wî bide. Lê divê hînî vê yekê bibe. Kesê ku Bakurê Kibrisê dagîr dike, kesê ku xaka Kurdan dagîr dike û li Efrînê sivîlan qetil dike, nikare bi rêya nirx û exlaq waazan bide me“.
Netanyahû, doh (rojek berê) jî bersiva Erdogan dabû û gotibû: “Artêşa herî bi exlaq a cîhanê (artêşa Îsraîl), wê ji kesekî ku bi salan e sivîlan dikuje dersa exlaq nestîne. Xuyaye li Enqerê 1ê Nîsanê bi vî awayî pîroz dikin“.
Z.B
Ev nivîs 210784 car hatiye xwendin.