Newsweek: Çîn û Tirkîye Înterpolê ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin.

Tê ragihandin ku Dezgeha Polîsên Navnetewî (Înterpol) ji alî dewleta Çîn û Tirkîyê ve ji bo berjewendîyên taybet tê bikaranîn. Kovara Newsweek, nivîsand ku Tirkîye hem li hindur û hem li derveyê welêt zilm û zixta li ser mixalifan zêdetir dike û carna jî bi rêya Înterpolê biryara girtina mixalifên xwe dide.

Ji bo berjewendîyên taybet bikaranîna Înterpolê di nav Yekîtîya Ewrûpayê de jî bûye pirsgirêkek. Di civîna Parlamentoya Ewrûpayê de hatibû eşkerekirin ku Tirkîye “Bultenên sor yên Înterpolê“ ji bo berjewendîyên xwe yên taybet û ji bo girtina mixalifan bi kar tîne. Piştî van nîqaşan, Yekîtîya Ewrûpayê ji Înterpolê xwestiye ku pêvajoyên bultenên sor di ber çav re derbas bike.

Li gor rapora ku Newsweek weşandiye, dewleta Çîn û Tirkîye, Înterpol û bultenên sor yên Înterpolê li dijî mixalifên xwe bi kar tînin

Di rapora Newsweek de hatiye gotin ku “Dewletên wek Çîn û Tirkîye mixalifên xwe yên ku li derveyî welêt wek mihacir dijîn, wek terorîst nîşan didin û bi rêya bultenên sor yên Înterpolê zixta girtinê li wan dikin“.

Li gor Newsweek dibêje, heta niha gelek nivîskar û mixalifên Erdogan bi sedema teror û terorîzmê bi rêya bultenên sor yên Înterpolê hatine girtin û doz li wan hatine vekirin. Li gor lêkolîna yek ji rêvebirên Freedom House Nate Schenkkan jî, hikûmeta Tirkîyê heta niha li 46 welatan bi heman rêyê zixt li mixalifên xwe kiriye û ew ji xwe re kirine hedef.

Z.B


Ev nivîs 210782 car hatiye xwendin.